Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs: Şerê me li dijî DAIŞ’ê ye, em ê mafê xwe yê parastinê bikar bînin

Fermandariya Meclîsa Giştî ya Cerablûs, ragihad ku şerê wan li dijî çeteyên DAIŞ’ ê ye û êrîş ji kû ve werin bila bên em ê mafê xwe yê parastinê heta dawiyê bikar bînin.

Fermandariya Meclîsa Giştî ya Cerablûs, têkildarî dagirkirina Cerablûsê daxuyanî da. Daxuyanî li ser navê fermandariyê ji aliyê Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Elî Hico ve hate xwedin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê li ser daxwaza gelê me yê Cerablûsê ku wan ji terora hêzên tarî rizgar bikin hate îlankirin. Ev hêviya wan piştî ku zarokên vî gelî di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê de kom bûn, da ku bajarê xwe ji terora DAIŞ’ê rizgar bikin, mezintir bû.

Lewra piştî îlankirina meclîsê hêzên dijberî gelên azadîxwaz û demokrasiyê ketin nava liv û tevgerê. Perdeya yekemîn qetilkirina Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê şehîd Abdulsettad El-Çadir bû. Pêngava din jî dagirkirina Cerablûsê bû ku wekî hevparên El-Qaîde îdîa dikin ji bo azadiya gelê bajar nebû. Berevajî wê ji bo astengkirina zarokên Cerablûsê yên ku li rex Sûriyeyiyan dixwastin bajarê xwe rizgar bikin bû.

Li ser vî esasî Cerablûs bi şanoyeke ku ji aliyê herkesî ve tê dîtin, hat dagirkirin. Ev yek jî bi lihevkirineke berê ya di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de pêk hat. Li gorî vê lihevkirinê DAIŞ’ê bêyî ku yek guleyê jî biteqîne xwe ji herêmê vekişand. Pê re jî bi dehan komên cîhadî yên wekî Ehrar El-Şam, Sûltan Mûrad û Nûredîn Zenkî û hin komên din ku li Helebê bi pêkanînên xwe yên xirap tên nasîn ketin Cerablûsê.

Hêzên me ku hemû endamên wê zarokên Cerablûsê ne, beriya destwerdana Tirkiyeyê, hin gundên girêdayî Cerablûsê ku dikevin bakûrê Çemê Sacu ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribûn. Ji ber ku xeteriya DAIŞ’ê ji vê herêmê hebû, hêzên me ev gund rizgar kirin.

Bûyera ku duh li gundê Amarna yek ji van gundên rizgarkirî bû qewimî, wekî ku di hinek dezgehên çapemeniyê de hate weşandin, şer nebû. Hêzên me yên li gund bi armanca hişyariyê li hemberî komên ku dixwestin ber bi gund ve biçin, gule berdan. Beriya wê jî me hewl da ku hinek gundiyan bişînin cem van koman da ku wana hişyar bikin, lê gundî bi gumana ku bibin hedef, ev yek qebûl nekir.

Tevî vê yekê jî, em wekî Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs û Gundewarên wê, careke din eşkere dikin ku şerê me ne li dijî komên ku di demên dawî de ketine Cerablûsê û artêşa Tirk e. Şerê me li dijî DAIŞ’ê ye. Lê di heman demê de em ê mafê xwe yê parastina rewa bikar binîn. Ji kîjan alî be bila bibe, ger ku êrîşek bi ser me de were, em ê mafê xweparastinê bikar bînin.

Em careke din eşkere dikin ku em qebûl nakin DAIŞ bi komên ku têkiliya wan bi El-Qaîdeyê re hene bê guhertin.

Em bang li hemû komên welatparêz ên Artêşa Azad, ciwanên şoreşger û welatparêz dikin ku tevlî Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê bibin, da ku em pêşerojek bi ewle ji zarokên xwe re ava bikin.

Di dawiyê de em spasiyên xwe pêşkêşkî YPG’ê ku di rizgarkirina gundan ji terora DAIŞ’ê de alîkarî daye me û piştre vegeriyaye cihê, dikin.”