Meclîsa Gel a Qamişlo malbatên kurd û suryanî li hev anîn

Meclîsa Gel a Qamişlo malbatên kurd û suryanî li hev anîn

Meclîsa Gel a Taxa Bişêriyê ya Qamişloyê, malbatek kurd û malbatek suryanî ku 5 roj beriya niha ji ber şerê ciwanan, di navbera wan de alozî derketibû, li hev anîn.

Li Rojavayê Kurdistanê Meclîsên Gel çareserkirina pirsgirêkên gel didomînin. Li bajarê Qamişloyê Meclîsa Gel a Taxa Bişêriyê, aloziya di navbera malbata Miho Teze ku kurd in û malbata Mîrza ku suryanî ne de, bi dawî kir.

Piştî ku 5 roj beriya niha di navbera ciwanên herdu malbatan de şer derket û di encamê de ciwanekî kurd birîndar bû, MeclîsaTaxa Bişêriyê ji bo lihevanîna malbatan ket nava hewldanan. Piştî hevdîtina bi her du malbatan re, merasîma aştiyê hate lidarxistin. Merasîm li mala endamê malbata Miho Teze Edilrezak Miho ku kurê wî bi kêrê hatibû birîndarkirin, pêk hat û endamên her du malbatan tevlî bûn.

Di merasîmê de li ser navê malbata Miho Teze Mehemed Ferhan axivî û diyar kir ku têkiliya wan bi Mesîhiyan re gelekî baş e, ji berê de kirîvên wan hebûn, loma wan nexwestiye pirsgirêkê mezin bikin. Ferhan, anî ziman ku herwiha wan “li ser xatirê Apociyan ev aştiya hanê pêk aniye.”

Li ser navê malbata Mîrza jî Nahîr Mîrza axivî û anî ziman ku ew hemû zarokên çandek dîrokî ne û wiha dom kir: "Me ev welat ava kiriye. Îro wekî gelên li Suriyeyê divê em îsbat bikin ku me ev çanda aştî û biratiyê ava kiriye. Ev aştiya hanê jî nîşan dide ku em hêjayî vê çanda dîrokî ne."

Alîkarê Serokê Meclîsa Bişêriyê Îsmet Remzî jî ji ber hevkariya wan a aşitîkirina her du malbatan spasiyên xwe pêşkêşî kesên alîkar kir. Remzî, diyar kir ku wekî di dîrokê de jî hatiye dîtin, ew hemû miletek in û got, "Wekî Rêberê me jî dibêje, em dixwazin welatekî ji bo jiyanek mirovî ava bikin." Remzî, destnîşan kir ku dibe di navbera zarokan de şer û lêdan çêbibin, lê divê ev nebe sedema pevçûna malbatan û wiha pê de çû; "Îro ne dora vê yekê ye. Kes û derdorên dixwazin yekîtiya me xirab bikin hene, divê em destûr nedin vana."

Piştî axaftinan endamên herdû malbatan hevdû hembêz kirin û li hev hatin.