Hevserokatiya Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê der barê hewldana Dewleta Tirk a dagirkirina bajarê Cerablusê daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya meclîsê wiha ye:
“Mudaxeleya Tirkiyeyê ya bajarê Cerablusê ku bi alîkariya çeteyên wê û çekên giran û tankan pêk tê, binpêkirina desthiladariya xaka Sûriyê ye. Armanc ji vê yekê jî ew e ku jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de têk bibin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û projeya Federaliya Demokratîk derb bikin.
Em bang li civaka navnetewî û hêzên Koalîsyona Navnetewî ku di şerê li hember terorê piştgiriyê dide Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, dikin ku mudaxele bikin û vê dijberiya dijî ax û gelê me rawestînin.
Dîsa em bang li gelên xwe û hemû pêkhateyên herêmê dikin ku armanca Tirkiyeyê ya dagirkirina xaka Sûriyê û derxistina fitneya ku Rêveberiya Xweser ew vemirandibû, baş ferq bikin û binasin.”