Maseya Krîzê ya HDP’ê: Di qetlîama Dîlokê de 55 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes birîndar bûn

Maseya Krîzê ya HDP’ê ya Dîlokê bi daxuyaniyeke çapemeniyê têkildarî komkujiyê bîlanço eşkere kir. Wekîlê Dîlokê yê HDP’ê Togrûl got, berpirsê komkujiyê li gel DAIŞ’ê hikûmeta AKP ye jî.

Maseya Krîzê ya Dîlokê têkildarî komkujiya Dîlokê li bînahiya Navçeya Şahînbey a DBP’ê daxuyaniyek da.

Togrul diyar kir di êrîşa 10’ê Cotmehê de, di dosyaya lêpirsînê de agahî tê dayin ku dibe ku li Dîlokê komkujî pêk were û got desthilatdariya AKP’ê hay ji rêxistina DAIŞ’ê heye û tenê lê temaşe dike. Sedema vê jî weke dijminatiya li Kurdan nîşan da. Tugrul têkildarî polîtîkaya Rojava ya Tirkiyê jî got, pergala Rojava ji bo Tirkiyê ne taloke ye. Togrul diyar kir dewlet hayê jê heye ku malên DAIŞ’ê yên bi xef hene lê dîsa jî pêşî li vê nagire lê di rojekê de dikeve Cerablûsê.

Togrul têkildarî mirî û birîndaran agahiyên dawî par ve kirin: ‘’heya niha 55 kesan jiyana xwe ji dest da, ji van 51 kes hatin veşartin, 4 jê jî li tiba edlî hê nasnameya wan nehatiye zelalkirin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dayin 19 jê jin, 36 zilam, 37 jî zarok bûn. Hijmara birîndaran 50 û ji van rewşa 11’an giran e.’’