Malbatên girtiyan ên di nobetê de: Heta ku em encamê bistînin em ê çalakiya xwe bidomînin

Sendîkaya Genel-Îşê û TÛAYDER çû serdana malbatên ku li Baroya Amedê di nobetê de ne. Malbatan gotin “Heta em encamê bistînin wê çalakiya me bidome.”

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan li avahiya Baroya Amedê çalakiya xwe Nobeda Edaletê, di roja 17’emîn de didomînin. Şaxa Genel-Îşê ya Hejmara 2’yan a Amedê û Hevseroka TUAY-DER’ê Emîn Guzel çûn serdana malbatan.  

Serokê Şaxa Genel-Îşê Hasan Hayrî Eroglû diyar kir ku edalet ji bo hemû welatiyan divê eynî be û edalet ji bo her kesî pêwîst e.   

‘XWEZÎ ZIMANÊ ZINDANAN HEBÛYA’

Reşahat Ada ya ku wwişka Hamdusena Ada ya li Girtîgeha Amedê girtî ye anî ziman ku wan bi daxwaza edalet, maf û hiqûqê nobed dane destpêkirin û got: “Xwezî zimanê zindanan hebûya û biaxiviya ku çi zilm li zarokên me hatine kirin. Heta edalet pêk were em ê çalakiya xwe bidomînin û li ber xwe bidin.”   

Încî Guler a xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler jî destnîşan kir ku ew ê qet û qet vê zilma li ser girtiyan qebûl nekin.  

Fevziye Kolakan a ku lawê wê Ahmet Kolakan ê li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê girtî ye jî got: “Em ê van neheqî û vê zilmê qebûl nekin. Heta daxwaza me ya edaletê pêk were, em ê ji vir ranebin.”  

Hevseroka TUAY-DER’ê Emîn Guzel jî anî ziman ku zextên li ser girtiyan zêde bûne û xwest girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane, demildest werin berdan.