Malbatên birîndarên ku xwestin biçin Cizîrê carek din jî hatin astengkirin

Malbatên birîndaran ku bi armanca wergirtina birîndar û cenazeyên li jêrzemîna wehşetê ber bi Cizîrê ve ketin rê, di ketina Cizîrê de carek din hatin astengkirin.

Malbatên birîndaran ku bi armanca wergirtina birîndar û cenazeyên li jêrzemîna wehşetê ber bi Cizîrê ve ketin rê, di ketina Cizîrê de carek din hatin astengkirin. Bavê Derya Koç a ku di jêrzemîna wehşetê ya sêyemîn de asê mabû di çûyîna Cizîrê de têkildarî daxuyaniya Wezîrê Karên Hindir Efkan Ala ya ‘oparasyon bi dawî bûn’ bersiv da û wiha got: “Me mijûl dikin. Li hundir qetlîamê pêk tînin.”

Malbatên zarokan wan di qetîamên Cizîrê de birîndar bûne û parlementerên HDP’ê yên ku xwestin bi hev re biçin navçeyê ji aliyê Nuqteya Qereqola Ceteyan a Yenîtepeyê ve hatin rawestandin. Piştî kontrolkirinannasnameyan, bi wesayîtên zirxî ve ber bi Cizîrê ve ketin rê, dema gihiştin ketina navçeyê dîsa ji aliyê wesayîtên zirxî ve pêşiya wan hat girtin. Li ser biryardariya malbatan, tîmên taybet ên Tirk diyar kirin ku wê têkildarî birîndaran de agahî bidin, lê dema ku malbatan xwestin navan bigirin, polîsan diyar kirin ku ti agahî nîne û malbat şûnde vegerandin.

Li hember vê nêzîkatiyê malbatan bertek nîaşan da û bavê Derya Koç wiha got: “ Em heta vir hatine, em dixwazin zarokên xwe bibînin, birîndarên xwe rakin nexweşxaneyê. Daxuyanî didin dibêjin oparasyon bi dawî bûn, lê rê nayê dayîn ku em zarokên xwe bibînin. Me bi van daxuyaniyan dixapînin. Li hundir qetlîaman pêk tînin.”

Piştî rawestandinek dirêj malbat vegeriyan Nisêbînê.