Malbatên birîndaran careke din ketin rêya Cizîrê

Malbatên birîndaran ên di jêrzemînên li Cizîrê rastî êrîşên hêzên dewleta Tirk de ne, ji bo fêrbûnê aqûbeta zarokên xwe û wergirtina birîndaran careke din ji Nisêbînê ber bi Cizîrê ketin rê.

Malbatên birîndarên ku di jêrzemînên li Cizîrê rastî êrîşên hêzên dewleta Tirk tên de ne, ji bo fêrbûnê aqûbeta zarokên xwe û wergirtina birîndaran careke din ketin rê.

Malbatên endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel, Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, Derya Koç û Fatma Demîr ên di jêrzemînên wehşetê de ne, ji Nisêbînê ber bi Cizîrê ketin rê. Parlamenterên HDP’ê Tugba Hezer û Alî Atalan jî bi malbata re dikeve rê, wê hewl bidin bikevin Cizîrê.