Malbata Şenyaşar: Divê parlamenter û rojnamevan li mirovatiya xwe bipirsin

Malbata Şenyaşar ku nêzî heyşt meh in nobeda edaletê digire, bang li parlamenteran û medyayê kir ku li mirovahiya xwe bipirsin.

Emîne Şenyaşar ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bûn, li ber Edliyeya Rihayê nobeda xwe ya ji bo edaletê dewam dike.

Di roja 225'an a nobeda edaletê de malbat li ber edliyeya Rihayê bi pankarta bi nivîsa "Em edaletê dixwazin" dest bi çalakiyê kir.

Malbatê di roja nû ya çalakiyê de li ser Twitterê peyamek belav kir û ev bang li Meclîsa Tirk û medyayê kir: "225 roj in dayikek li ber edliyeya Rihayê rûniştiye û li benda edaletê ye. 286 wekîlên ku li pêşberî feryada dayikê bêdeng dimînin û medya ku di bin zexta siyasî de ye, divê li mirovbûna xwe bipirsin."