Malbat: Em ê şopdarên bûyerên li girtîgehê diqewimin bin

Piştî girtiyên li ser banga KCK’ê dawî li çalakiya xwe anîn û şûnde, malbatan jî dawî li çalakiya greva biçîbûnê anîn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku malbatên girtiyan û siyasetmedaran a ji bo piştgiriya girtiyan li Amedê destpêkiribûn, piştî agahiya bidawîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bihîstin wan ji çalakiya xwe bi dawî kir. Ev bû 10 roj çalakiyê didomiya û ji du rojan komek werdigirt. Herî dawî koma 5’emîn vê çalakiyê dewr girtibû. Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan ê ku di nav çalakiyê de cih digirt li ser navê çalegeran axivî.

Aslan bibîr xist ku li girtîgehên cuda çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin di roja 64’emîn de bi dawî kirin û got ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî zilma li girtîgehan hatibû destpêkirin. Aslan da zanîn ku wan li ser agahiya bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê ya li girtîgehan çalakiya li Amedê dawî lê anîn û got ku lê dê ji niha şûn ve hin bêtir têkoşîna xwe mezintir bikin û bidomînin û dê bibin şopdarên şert û mercên girtî tê de derbas dibin.

‘TI HÊZ NIKARE VÎNA ME BIŞKÊNE’

Piştî Aslan, Wekîla Hevserokên Giştî yên DBP’ê Gulcîhan Şîmşek jî axivî û destnîşan kir ku bihîstina agahiya bidawîkirina grevên birçîbûnê ya li girtîgehan wan kêfxweş kiriye û got ku ew hevalên xwe girtî yek bi yek silav dikin. Şîmşek anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê li dijî polîtîka û pêkanînên nebaş ên li girtîgehan hatibû destpêkirin û wiha got: “Çalakiya hevalên me gihîştiye armanca xwe. Ev berxwedanek li dijî tiştên ku li ser Kurdistanê û li Tirkiyê tên jiyan kirin bû. Ev du sale li Tirkiyê pêvajoyek xedar tê jiyîn û em jî hem li girtîgehan û hem jî li derve li dijî vê derdikevin. Em ê ji niha û pê ve hin bêtir li dijî hemû pêkanînên xerab derbikevin. Vê têkoşîn û berxwedanê da nîşandan ku polîtîkayên tunekirinê nikarin biserbikevin. Em ê bibin şopdarê girtiyan û têkoşîna me wê berdewam bike.”

Çalakî bi berzkirina sloganan hat bidawîkirin.