BI DÎMEN

Malazgîrt: Artêşa Tirk nikare li Zagrosan serwer bibe

Yek ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt konsepta şer a ku bi şerê 24’ê Tîrmeha 2015’an re kûr bûyî û tiştên ku di vê pêvajoyê de qewimîne, ji ANF’ê re nirxand.

Yek ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Malazgîrt, pêvajoya şer a salekê nirxand û destnîşan kir, ku AKP û dewleta Tirk bi temamî têk çûye. Malazgîrt têkildarî şerê li Zagrosan got, "Dijmin her rojê êrîş danî ser me, hê jî tîne. Lê teqez e ku artêşa Tirk û dewleta wê nikare li Zagorosan zal bibe."

Yek ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt konsepta şer a ku bi şerê 24’ê Tîrmeha 2015’an re kûr bûyî û tiştên ku di vê pêvajoyê de qewimîne, ji ANF’ê re nirxand.

Malazgîrt di şexsê Şehîd Şervan Varto de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û diyar kir, dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê bi van êrîşên hewayî xwest, tevgera wan bi temamî ji holê rake û wiha pê de çû: 

"Di şexsê Şehîd Şervan Varto de em hemû şehîdên xwe yên leheng bi hurmet û minet bi bîr tînim û sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazim. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê bi van êrîşên hewayî agirbesta ku ev du sal bûn dom dikir, ji holê rakir. Helbet, armanca van êrîşan ew bû ku tevgera me bi temamî tesfiye bike û ji holê rake."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Zagros diyar kir, dema ku vê pêvajoyê dest pê kir dewleta Tirk hesab nekiriye bê ka gerîla wê bersiveke çawa bide û bi bersivdanê dewleta Tirk şok bûye, behitiye û hesabê wan pêk nehatine: "Bi vê pêvajoyê re tiştekî din ê ku dewleta Tirk hesab nekirî ew bû ku PKK’ê bi lez bersiv da. Gerîla, li hemberî van êrîşên dijwar li Bakurê Kurdistanê û kêm jî be li metropolan di asta herî bilind de bersiv da. Bi van çalakiyan gerîla artêşa Tirk ketiye şokeke mezin. Wan li cem xwe hesab dikirin ku gerîla li hemberî van êrîşan wê neçar bimîne û bersivê nede. Lê hesabên wan bi cih nehatin. Ji ber ku hema hema li hemû deverên Kurdistanê çalakiyên pir mezin pêk hatin. Ev çalakî tenê li eyaletekê yan jî li qadekê pêk nehatin, li hemû qadên Kurdistanê çalakiyên pir hîkar pêk hatin. Artêşa Tirk li hemberî an çalakiyên gerîlayan kete zorê û şer bi pêvajoyê re bêhtir dijwar bû."

'ARTÊŞA TIRK NIKARE ZALÎTIYA XWE DEYNE'

Malazgîrt got, "Ji par û heya niha li Zagrosan şerekî mezin çêbû, her roj şer hebû. Êrîşên dijmin her roj berdewam bûn û hê jî dibin. Lê teqez e ku artêşa Tirk û dewleta wê nikare li Zagrosan zalitiya xwe deyne."

Malazgîrt têkildarî rewşa şerê li Zagrosê yê niha û yê  ku di siberojê de wê pêk were jî nirxandinên balkêş dide:

"Gelek sedemên vê hene, têkoşîna me ya sih salî li van qadan hate dayin, girêdayî vê, dijmin hemû derfetên xwe sefer kirin û çi qas rêbaz hebûn ceriband lê dîsa jî bi ser neket. Ji bo vê jî li qadên ku em jê re Zagros dibêjin sê caran li sivîlan leşker hene û li gel vê jî  otorîteya artêşê li her deverê nîn e, nikare serwer bibe. Bi teknolojiya herî modern jî tenê dikare derdora xwe û qereqolan biparêze. Biçûk an jî mezin lê gerîla her roj çalakiyan dike. Çalakiyên ku li bejahiyên dibin ji ber ku dijmin zêde nake rojev di çapemeniyê de jî zêde xuya nakin. Ji xwe hêzên wan ên li vir bi piranî hêzên hêzên taybet in, demankirî ne û bi peyman in, ku hewce bike miriyan dide û ku hewce nake qet behsê nake. Dijmin li Zagrosan her roj kuştiyan dide. Helbet ev ast ji bo me ne bes e, em jî rêbazên nû dinirxînin, di siberojê de li Zagrosan şer wê dijwar bibe, ji bo vê amadekariyên me hene. Li Zagrosan em ê otorîteya dijmin bişkînin. Artêşa Tirk nikare li Zagrosan PKK’ê tesfiye bike û serweriya xwe ragihîne."