Lîstikên referandûmê: Li Wanê sindoqên 17 taxan tên gûhertin

Wezareta Desteya Hilbijartina Navçeya Tûşba ya Wanê, biyar da, di referandûmê de li 17 cihan sindoq bên komkirin.

Wezareta Desteya Hilbijartina Navçeya Tûşba, daxwaza biryara bi hinceta ‘Ji bo her kes bi awayekî azad dengê xwe bikar bîne’ a sindoqan kirin yek ji Qeymeqamiya Tûşba û Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê ve hatiye dayîn.

Desteya Hilbijartina Navçeyê birar da ku sindoqên li taxên Gevdelova, Çomakli û Yalinagaç wê li Dibistana Seretayî ya Gedelov be, sindoqên li taxa Golyazi, Çobanlioglû wê li Dibistana Seretayî ya Golyazi, sindoqên li taxên Kasimoglû, Satilbey, Kolsatanê wê li Dibistana Seretayî ya Kasimoglû be, sindoqên li taxên Yenîkoşk û Gulsunlar wê li Dibistana Seretayî ya Ozkaynak be, sindoqên li Aşît û Alabayir Alabayirê be, sindoqên li Topaktaş, Teveklî, Yeşîlkoy wê li Topaktaşbe, sindoqên li Arisû û Dibekduz li Arisû wê be, sindoqên li Yeşîlsû, Ozyûrt, Aagonu wê li Yeşîlşûyê be, sindoqên li Alakoy, Agarti, Mollakasim, Ataca û Yûmûrûtepe wê li Alakoyê be, sindoqên li Adiguzel, Koçkoy û Otlûc wê li Adigûzel be, sindoqên li Hidir, Icakli, Yemlîce Akçaoren wê li Hidirê be, sindotên li taxên Gollu, Şahgeldî, Tabanli û Guvençlî wê li Guvençliyê be, sindoqên li Ermîşle, Karaagaç û Bagdaşan wê li Ermîşlerê be, Taxên Gedîkbûlak, Derebey, Kûmlûca jî wê li Gedîkbûlak be, sindoqên li Halkali, Esenpirnar, Yayliyaka wê li Halkali be, taxên Pîrgarîp, Meydancik û Degîrmenozu jî wê li Pîrgarp be, sindoqên li Çolpan, Çakibey, Saglamtaş, Kelle û Akçif jî wê li Çolpanê bên danîn.

Endamê Desteya Hilbijartinê ya HDP’ê yê navçeyê Parêzer Fehmî Oflas ê ku diyar kirin ku wê têkildarî mijarê îtirazê bikin, diyar kirin ku li gorî hinceta ji bo mijarê dayîn nîşandan û rewşa niha ya Tûşbayê li hev nayê. Oflas bibîr xist ku ji hilbijartina 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de di dema referandûmê de li navçeyê ti gûhertin nehatin kirin. Oflas diyar kir ku kijan gund bi ewleye û kîjan jî ne bi ewleye hê jî mijara gotûbêjê ye.