Li xeta Cizîr-Şirnexê tevgera helîkopteran

Di navbera Cizîr û Şirnexê de tevgerek zêde ya helîkopteran tê jiyîn. Tê gotin ku helîkopterên her carê li fermandariya leşkerî ya li Şirnexê vedigerin cenazeyan direvînin.

Di navbera Cizîr û Şirnexê de tevgerek zêde ya helîkopteran tê jiyîn. Tê gotin ku helîkopterên her carê li fermandariya leşkerî ya li Şirnexê vedigerin cenazeyan direvînin.

Li 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan tevgerek zêde ya helîkopteran tê jiyîn. Danê êvarî piştî 10 helîkopterên ji aliyê Cizîrê hatin û daketin fermandariyê, careke din berê xwe dan Cizîrê. Tê gotin ku helîkopterên her carê li fermandariya leşkerî ya li Şirnexê vedigerin 27 cenazeyên di nav rojê de ji Taxa Cûdî ya Cizîrê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê direvînin.