Li Westanê sercerdevan mîna qeyûm hate tayînkirin

Li navçeya Westan a Wanê ji bo Endamên DBP’î yên Meclîsa Şaredariya qeyûm hate tayînkirin. Li şûna Endamê Meclîsa Şaredariyê Cevdet Altindag, sercerdevan Îsa Şahîn wek qeyûm hate bicihkirin.

Sepanînên hikûmeta AKP’ê yên derqanûnî didomin. Hikûmeta AKP’ê ya ku 11’ê Îlonê li Wanê ji bo 4 şaredariyên DBP’î qeymeqam û cîgirên walî wek qeyûm tayîn kirin, vê carê jî li şûna Endamên DBP’î yên Meclîsa Şaredariyê ku Şaredarê AKP’î Sînan Hakan bi rê ve dibe, qeyûm hate tayînkirin.

Li şûna endamên Meclîsa Şaredariyê Serpîl Sezer, Hayrettîn Baydar û Cevdet Altindag ên li navçeya Westan a Wanê girtî, ji hêla qeymeqam qeyûm hate tayînkirin. Li şûna van encumenên navborî jî wek qeyûm sercerdevan Îsa Şahîn, Serokê Odeya Zîraatê Mesût Ergenç û keyeyê berê yê Taxa Guzelkonakê Mîrza Tarhan hatin tayînkirin.

Endamên din ên Meclîsa Şaredariyê yên DBP’î têkîldarî mijarê nêrînên xwe vegotin û destnîşan kirin ku wê qeyûman nasnekin.