Li Wanê qetlîam hat protestokirin, polîsan êrîşî gel kir

Qetlîama ku nijadperestên AKP/MHP’yî li Konyayê pêkanîn, li Wanê ji aliyê HDP, CHP, EMEP, ESP û 23 Rêxistinên Civaka Sivîl ve hat protestokirin. Polîsên Tirk êrîşê çalakiyê kirin û 5 kes destgîr kirin.

HDP, CHP, EMEP, ESP û 23 Rêxistinên Civaka Sivîl yên li Wanê li Kolana Hunerê daxuyaniyek hevbeş dan û nerazîbûn nîşanî qetlîama li Konyayê dan a ku ji heman malbatê 7 kes hatibûn kuştin. Serokê Şaxa ÎHD’ê Mehmet Karataş daxuyanî xwend û got: “Kuştina hovane ya 7 welatiyên Kurd a duh li Konyayê bi rengekî eşkere qetlîamek e. Tevî ku beriya niha jî kujeran êrîşî malbatê kiribû nehatin girtin û tevî gefên cihêxwaz û nijadperestiya eşkere serbest hatine berdan. Êrîşên nijadperest ên li hemberî Kurdan û HDP’ê ne dûrî gotin û polîtîkayên desthilatê ne. Şermezarnekirina wan êrîşan ya ji aliyê endamên partiya desthilat, xwedî hişmendiyek nêzî ya kujeran bûyîn û xwedî derketina li kujeran ya di daxuyaniyên xwe de rê li ber zêdebûna van êrîşan vedike. Nêzîkatiyên nûnerên desthilata AKP-MHP’ê yên ku qurbaniyên êrîşan tawanbar dike, zirarê digihîne aştiya civakî û hestê bihevre jiyankirinê.”

LI HEMBERÎ NIJADPERESTIYÊ BANGA YEKÎTIYÊ

Karataş wiha daxuyanî domand:

“Em Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Wanê; di serî de mafê jiyanê, em binpêkirinên giran ên mafê mirovan û van êrîşên ku rê li ber travmayên civakî vedikin şermezar dikin. Daxwaz dikîn ku dest ji daxuyaniyên ku ji her cûre êrîşên nijadperest ên li hemberî nasnameya Kurd û Kurdî re zemîn amade dikin û zirarê didin aştiya civakî were berdan. Em bang li hemû aliyên civakê, partiyên siyasî û rêxistinên girseyî ên demokratîk dikin ku li hemberî vê meyla nijadperest yekparetiya civakî biparêzin.”

Piştî daxuyaniyê gel dirûşme berzkirin û belav dibûn ku polîs bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kir. Di êrîşê de gelek kes hatin derbkirin, her wiha 5 kes careke din hatin derbkirin û hatin destgîrkirin.