Li Wanê li dijî tecrîdê kombûnên gel

Di civînên gel ên ji bo meşa li dijî tecrîdê ya li Wanê ya 12 'ê Kanûnê ku bê lidarxistin de ev peyam hate dayin: "Sedema van şert û mercên giran, tecrîda li Îmraliyê ye."

Li Wanê amadekariyên meşa girseyî ya 12 'ê Kanûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê ve tên kirin, dewam dike. Piştî civînên gel ên li bajarên Mûş, Bedlîs, Agirî û Îdirê hatin lidarxistin, li Wan û navçeyên wê amadekarî hatin destpêkirin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li navçeya Elbaka Wanê; Hevseroka Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir li Ercîşê; Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî jî tevlî civînên gel ên li navçeyên Qelqelî bûn.

HEM DERFET Û HEM JÎ XETEREYÊN PÊVAJOYÊ PIR IN

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li taxa Qereçiya ya navçeya Elbakê beşdarî civîna gel bû. Ozturk diyar kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û destnîşan kir ku hem derfet û hem jî xetereyên pêvajoyê pir in. Ozturk got, "Eger yekîtiya neteweyî ya Kurd pêk bihata, îro ev xeterî wê nebûna. Weke hûn jî dizanin, ev dewlet ji dema avabûnê û vir ve dijminahiya herî mezin li gelê Kurd dike. Em gelê Kurd em dixwazin mîna gelên din, bi ziman û hebûna xwe bi awayekî wekhev bijîn. Îro jî bi çekên kîmyewî êrîşî Başûrê Kurdistanê dikin, mirovan didin koç kirin û xwezaya wê qetil dikin. Dîsa Rojava bombebaran dikin, zarokan qetil dikin, nexweşxaneyan bombebaran dikin, ji bo ku mirov avê venexwin êrîşî depoyên avê dikin. Niyeteke me ya ji gelên din serwertir bibin nîne. Lê em qebûl nakin ku di bin desthilatdariya yekî de bijîn. Em koletiyê red dikin û qebûl nakin."

LI DIJÎ CPT’YÊ NERAZÎBÛN

Ozturk, anî ziman ku li hemberî kurdan şerekî qirêj tê meşandin û got, "Hewl didin Kurdan bînin asta ku dixwazin. Lê tiştekî wiha nabe. Gelê me berdêlên giran dan, birçî man, ji cih û warên xwe hatin sirgûnkirin, xistin zindanan lê gelê me stûyê xwe xwar nake. Xala çareseriyê ya van hemû pirsgirêkan diyar e, fikra çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî diyar e. Divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û ev jî dikare bi dîyalogê çareser bibe. Ji sala 2015'an û vir ve tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan hîn kûrtir kirine, hevkarên wan jî hene, yek ji saziyên Yekîtiya Ewropayê CPT ye. Armanca damezrandina vê saziyê ew e ku pêşî li êşkence û pêkanînên xerab bê girtin û bêhiqûqiyên hatine kirin bên raporkirin. Lê belê ev sazî tê  Tirkiyeyê, ne ji bo tecrîda li Îmraliyê, dibêjin ‘Her em hatine em seriyek li Îmraliyê jî bidin’. Ev kêmasiya cidiyetê ye. Li hemberî bê cidiyeta vê saziyê, rêzdar Ocalan ji bo hevdîtina dernakeve derve. Hûn nikarin ewqas bê rêz derkevin pêşberî Rêberê Gelê Kurd.”

TEMELLÎ: DEM HATIYE KU DAWÎ LI VÊ RÊVEÇÛNÊ BÊ

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî û koma xwe li Taxa Çibûxlî ya Qelqelî bi gel re hatin cem hev û derbarê pêvajoya siyasî de nirxandin kirin. Temellî got, “Em ji bo mafên xwe yên jiyan û azadiyê tên cem hev û têdikoşin. Dem hatiye ku dawî li vê rêveçûnê bê. Wê wiha dom neke. Ev zilm êdî ne zilmeke wisa ye ku were qebûlkirin. Ji girtîgehê bigirin heta di her aliyê jiyanê de êşkence û çewisandin heye. Dewlet bi vê zilmê hewl dide li ser piyan bimîne. Rojava û herêmên din bi şev û roj tên bombebarankirin û tundî bi awayê herî giran berdewam dike. Em çawa dikarin vê rêveçûnê rawestînin? Di gavên ku bi navê demokratîkbûnê hatin avêtin de aborî pêş ket, xizanî ne ewqas zêde bû. Şert û mercên hemû qadan pir baş bûn. Sedema başbûna wî jî hevdîtina bi rêzdar Abdullah Ocalan re bû. Sedema ku jiyan niha ew qas giran e ji ber tecrîdê ye."

BAYINDIR: EV TÊKOŞÎN BI PÊŞENGIYA RÊBERÊ GELÊ KURD DEWAM DIKE

Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Mustafa Avci û kesên pê re tevlî civîna gel a li Erdîşê bûn. Bayindir di civîna li salona dawetê de axivî û got, "Polîtîkaya tinekirin û ji holê rakirina Kurdan dimeşînin. Lê Kurdan li dijî vê têkoşîneke mezin dane. Ev têkoşîn îro bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan dewam dike."

Bayindir, anî ziman ku daxwazên Kurdan ên ziman û çandê hene û got, "Têkoşîna me exlaqî, mirovahî û wijdanî ye. Di qonaxa ku em gihîştine de, dema serketinê ye. Me berdêlên mezin da û em berdewam dikin. Gelê me bêguman wê bi ser bikeve. Ji bo pêşîgirtina li daxwazên azadiyê yên Kurdan hemû derfetên xwe bikar anîn û berdewam dikin. Ev polîtîka têk çûye û wê bi ser nekeve. Niha em di xala dawîn de ne û em ê bi ser bikevin. Em ê desthilatdariya faşîst a ku van polîtîkayên qirêj dimeşîne bişînin. Ev desthilatdarî dixwaze hemû çiya û deştên Kurdan bike qada şer."