Li Wanê di pêvajoya Rewşa Awarte de îxlalkirinên mafê mirovan hate gotûbêjkirin

Di panelê de ku ji aliyê Şaxa ÎHD’ê ya Wan ve hate lidarxistin, pêknanînên tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abddullah Ocalan, referandûm û îxlalên mafê mirovan a li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.

Panela bi mijara “Di Pêvajoya Rewşa Awarte De Îxlalên Mafê Mirovan” ya ku ji aliyê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê ve hate lidarxistin, rêveberên bajêr ên HDP û DBP’ê, parlemetera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgukçe Ertan, Parêzer û Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, akademîsyen Doç. Dr. Gulîstan Adakli, nûnerên TSK’ê û gelek kes beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna mafê mirovan de jiyana xwe ji dest dane hate girtin û şûn de sînevîzyona ku hatibû amadekirin hate nîşandan.

‘GELÊ KURD DI PÊVAJOYÊN BI ZORIYÊ RE DERBAS BÛNE’

Doç. Dr. Gulîstan Adakli ya ku bi biryarên BHQ’ê de ji kar hatiye dûrxistin di panelê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd di gelek pêvajoyên bi zoriyê re derbas bûne û heta roja me ya îro hatiye. Aadklî destnîşan kir ku berxwedan ji Kurdan girtine û got :”Ji bo jiyanekî bi rûmet me îzmzeya xwe li binê belavoka aştiyê xist. Dema ku bûyerên wê şeva 15’ê Tîrmehê tînim pêş çavê xwe,mirovên li Cizîrê difikirim. Ez kesekim ku piştgiriya tevgera azadiya Kurd dikim. Parlemeterên partiya ku min dengê xwe dayê li girtîgehan in, em li ber xwe didin, lê herî zêde berxwedan me ji gelê Kurd fêr bûn.”

DÎNÇ: YA KU ŞER DIJWAR DIKE TECRÎDA LI SER OCALAN TÊ KIRINE’

Dînç destnîşan kir ku hewldanên şikandina tecrîda li ser Ocalan didome û wiha anî ziman : “Eger ku ev tecrîd nebûyan wê evqas şer dijwar nebûya, bajar nedihatin hilweşandin. Divê ji bo vê pirsgirêkê çareseriyek bê dîtin. Divê rêya demokrasiyê ya rast bê dîtin û pêşiya Birêz Ocalan bê vekirin. Eger ku tecrîd bi dawî bibe wê şer jî bi dawî bibe. Ji bo pêşketina demokrasiyê ya li Tirkiyeyê yekane rê û proje Birêz Ocalan e. Vê her kesê jî dît. Em bînin bîra xwe dema ku hevdîtin li gel Ocalan dihatin kirin, demokrasî ber bi pêş ve diçû û şer nebû. Divê ji bo Ocalan rola xwe bilîze pêşiya wî bê vekirin û şert û merc bên avakirin. Ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin, divê bi lezgîn dawî li vê tecrîdê bê anîn. Enceq bi vî awayî Birêz Ocalan dikare ji bo aştî û demokrasiyê tiştekî bike.”

KESKÎN: TIRKIYE LI SER DÎROKEKÎ DEREWÎN HATIYE AVAKIRIN

Di panelê de Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn mafê axaftinê girt û wiha got: “Ya yekem Tirkiye li ser dîrokekî derewîn hatiye avakirin. Îdeolojiyekî xwe dispêre derewan disepîn in. Ji derveyî nasnameya Tirk û Sinî nasnameyên din an tine dihesibînin an jî tine kirin. Li Tirkiyeyê gotûbêjkirina demokrasî û îxlalên mafê mirovan ne mimkûn e. Ev dewlet li ser bingehekî leşkerî hatiye avakirin. Ji bo vê demê herî mîlîtarîzim dijîn. Îro li ser vê erdnîgariyê asta herî bilind a Rewşa Awarte tê kirin.”

‘BÊJIN NA, BILA SER XÊRÊ BE’

Keskîn di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em ji bo vê sîstema ku niha dixwaze di referandûmê de bêjin ‘Erê’ re dibêjin ‘NA’. Em ji mekanîzma têkoşînê ku dike sifir re jî dibêjin ‘NA’. Em ji Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê re jî dibêjin ‘NA’. Divê bi rastî jî di vê pêvajoyê de me ‘NA’ê xurt bikin û bêjin ‘NA’. Divê niha û şûnde em ‘NA’ mezin û birêxistin bikin. Wê têkoşîna me bi vê NA yê bi dawî ne be , wê têkoşîna me hê dewam bike. Em ji bîr nekin wê Na bi ser bikeve. Em bêjin na, bila ser xêrê be.”

Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan ve bi dewam kir.

&nb