Li Wanê 2 îhaleyên 15 mîlyonî dan rêveberê AKP’yî

Di 3 îhaleyên ku şaredariyên qeyûm li Wanê pêk anîn de tenê di meha Gulanê de ji encumen û rêveberên AKP'yî re bi giştî 20 milyon TL rant hat dayîn. Belgeyên ku derketine holê bi rengekî şênber vê yekê piştrast dikin.

Piştî gendeliya ku di dema serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a Wanê de hat kirin, ji aliyê ANF'ê ve hat eşkerekirin, belgeyên ku piştî îhaleya karûbarê xizmetguzariyê ya kirêkirina wesayîtan a 1 rojî ya ku bi qasî hefteyekê tê nîqaşkirin ketin dest, nîşan didin ku ev dizî û talan tenê bi vê yekê re sînordar nîne. Gelê Wanê ku demeke dirêj e di bin navê qedexekirina çalakî û merasîman de di bin dorpêça ewlehiyê de ye, bi bêkarî, xizanî û belengaziyê re mijûl dibe, 2 serdem in ku li şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin diziyeke mezin tê kirin.

ÇERXA DIZIYÊ ÇAWA DIXEBITE?

Yên AKP'yî li şaredariyên qeyûm çawa îhaleyên milyon dolarî yên tên kirin distînin?

Şîrketên heyî karûbarên wergirtina xizmetguzariya kirêkirina alavên kar ên li şaredariyên qeyûm bi tevahî di hewzeke hevbeş de kom dikin. Îhale bi rêzê ji fîrmayên ku navên wan berê hatibûn diyarkirin û beriya 10 salan ji aliyê AKP'ê ve hatine avakirin, tên dayîn. Van şîrketane pir kêm teklîfên hindik pêşkêşî dikin. Fîrmayên AKP'ê yên bi hema bêje sifir şkestinê tevlî îhaleyên ku gel bi zirareke mezin re rû bi rû kirine, eger ji îhaleyê vekişin jî dîsa para xwe distînin.

Lîsteyên navên şîrketên nêzî AKP'ê pêştir li şaredariyên bajar û navçeyan tên belavkirin. Beriya ku belgeyên îhaleyê, ango îlanên wan ji pergala EKAP'ê re bên şandin, ji aliyê peywirdarê îhaleyê yê têkildarî mijarê yê di AKP'ê de tê şopandin. Di vê mijarê de beriya her tiştî şîrketên ku wê îhaleyê bigrin tên agahdarkirin. Piştre jî ji aliyê memûrê îhaleyê yê AKP'yî ve îhaleyên teknîkî yên şaredariyên qeyûm tên amadekirin. Şîrketên ku îhaleyê didin, beriya ku îhale bê pêkanîn ji aliyê midûrê eleqedar ê AKP'ê ve tê vexwendin. Ji xeynî şîrketên ku AKP'ê diyar kiriye, şîrketên ku ji bo îhaleyê serî li wan didin û şertnameyên teknîkî bi cih tînin, bi hinceta ku ne li gorî pîvanên têrkerbûyîniyê ne, ji dosyayê tên derxistin. Pergala ku di dema îhaleyan de tê aktîfkirin, dihêle ku şîrketên AKP'ê îhaleyan bistînin.

DI SÊ ROJAN DE ÎHALEYA 15 MILYON TL’YÎ DAN GUNAY Ê AKP’YÎ

Sê îhaleyên ku di meha Gulanê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, van tiştan piştrast dikin. Şîrketên bi navê Gunaylar Petrol, Ser-Bal Elektrîk, Sunnetçîoglû Înşaat, Veguhazîneriya Çe-Ta û En-zel Înşaat ku şîrketên AKP’yiyan in, tevlî van sê îhaleyan bûn.

Yek ji van îhaleyan ku di meha Gulana borî de ku hema bêje bêyî şikandin zirar da gel, ji şîrketa Gunaylar Petrol a girêdayê Abdulbarî Gunay ê ku di navbera salên 2009-2019’an de endamê Meclîsa Şaredariya Edremîtê ya AKP’ê bû û dan SERBAL Elektrîk Înşaat.

ÎHALEYA YEKEMÎN 4 MILYON TL

Di meha Gulanê de sê îhaleyên wergirtina xizmetguzariya kirêkirina alavên kar ji hêla şaredariya qeyûm ve hatin kirin. Îhaleya bi hejmara 2022-501986 a ku di 20'ê Gulana 2022'an de ji bo li navçeyên Elbak û Payîzavayê bê bikaranîn, dîsa şîrketa Gunaylar Petrol a ayîdê Abdulbarî Gunay ê AKP'yî digire. Gunaylar Petrol bi îhaleya 4 milyon û 546 hezar TL bi sifir şkestinê îhaleyê digire. Yek ji xalên herî girîng ên di belgeyên li vir de bal dikişîne ev e ku heman şîrket teklîfan pêşkêş dikin. Karê ku bi qasî 4 milyon û 230 hezar TL ye, hema hema daxistinê didin heman şîrketê.

PIŞTÎ 3 ROJAN ÎHALEYEKE DIN A 10 MILYON TL’YÎ

Îhaleya wergirtina xizmetguzariya kirêkirina alavên kar bi îhaleya tomarbûyî ya hejmar 2022-503-309 ku di 23’yê Gulana 2002’yan de hat kirin ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştevaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hat kirin. Kirêkirina alavên kar yên ku wê li navçeyên navend ên Wanê, Rêya Hevrîşimê, Artemêtan û Tûşbayê di şantiyeya asfaltkirinê de bên bikaranîn, bi 10 milyon û 575 hezar TL îhale hat kirin. Her çawa dibe ev îhale ji Gunaylar Petrol re tê dayin ku ayîdê Parlamenterê AKP'yî yê berê û Endamê Meclîsa Şaredariya Edremîtê Abdulbarî Gunay e. Şîrketên ku tevlî vê îhaleyê dibin Serbal Elektrîk Înşaat a tê zanîn û şîrketa bi navê ÇE-TA ya endamê AKP'yî Çetîn Can e ku ji ber hatina Serokomar Erdogan a Wanê îhaleya 2,5 milyon TL ya kirêkirina wesayîtan ji aliyê şaredariya qeyûm ve hat kirin stand.

PEREYÊN GEL HAT PÊŞKÊŞKIRIN

Di 20'ê Gulana 2022'an de Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ji bo wergirtina xizmetguzariya kirêkirina alavên kar ku li navçeyên Şax, Bahçesaray û Westanê bên bikaranîn, îhale çêkir. Veguhazîneriya Înşaatê ya Çe-ta û fîrmaya bi navê Enzel a ku di dema hatina Serokomar Erdogan a Wanê de îhaleya xizmetguzariyê ya 799 hezar TL girtibû, dîsa tevlî îhaleyê bûn. Îhaleya vê carê jî bi 4 milyon û 338 hezar TL'yî ji şîrketa Ser-bal Elektrîk Înşaat a AKP'yî re hat dayîn. Bi şikestineke pir hindik, pereyê gel hat pêşkêşkirin.

ÎHALE JI NAVNÎŞANÊ RE TÊN TESLÎMKIRIN

Ev îhaleyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştevaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve di nava 3 rojan de hatine kirin, ji heman şîrketan re hatine dayîn, bi awayekî zelal derdixe holê ku îhale ji navnîşanê re tên teslîmkirin. Li şaredariyên qeyûm ên Wanê jî hebûna heman şîrketan di îhaleyên wergirtina xizmetguzariya kirêkirina alavên kar ên îhaleyan de vê yekê piştrast dike.