Li Wan, Sêrt û Erzîromê gelek kes hatin binçavkirin û girtin

Li Sêrt û Wanê 16 kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin. Li Erzîromê jî kesek hat girtin.

Li Sêrt û Wanê 16 kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin. Li Erzîromê jî kesek hat girtin.

WAN

Li Wanê, polîsên Tirk bi ser malên xwedakarên Zanîngeha Yuzuncu Yil de girtin û 5 xwendekar binçav kirin. Xwendekarên ku bi hinceta 'propadanda rêxistinê kirine' hatin binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê tên girtin.

LI SÊRTÊ 11 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Misirc a Sêrtê polîsan bi ser malan de girtin gelek kesên ku di nava wan de Şaredarê berê yê Misircê Necat Yilmaz û rêveberên HDP û DBP’ê jî hene hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a navçeyê û hinceta binçavkirina wan ne hat zanîn. Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: Şaredarê berê yê Misircê Necat Yilmaz, rêveberê berê yê HDP’ê Hasan Yilmaz, hevserokê navçeyê yê DBP’ê yê berê Fîkrî Orenç, rêvebera DBP’ê yê berê Necîbe Çelîk, rêveberê HDP’ê Kemal Bîngol, serokê DBP’a navçeyê yê berê Huseyîn Sezgîn, Cahît Yoltay, parêzer Berîvan Orenç, Ahmet Çelîk, Zekî Yilmaz û welatiyekê navê wî ne hat zanîn.

LI ERZÎROMÊ KESEK HAT GIRTIN

Li navçeya Qereçoban a Erzîromê beriya du rojan xwendekarê bi navê Omer Ûgûr, hatibû binçavkirin û piştî girtina li midûryetê sewqî dozgeriyê hat kirin. Ûgûr ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin bi îdîaya li ser tora civakî 'propagandaya rêxistinê kiriye' hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê.