Li Torontoyê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn

Li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiiyek ji bo şehîdên meha Gulanê hate lidarxistin.

Çalakiya  li Navenda Civaka Kurd a Torontoyê, bi rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Hevserokên Navenda Civaka Kurd di çalakiyê de peyamek xwendin. 

Di peyamê de hat diyarkirin ku şehîdan her tim rêya wan ronî kirine û wê bi vî ruhî ve têkoşîna xwe her bimeşînin. 

Di peyamê Hevserokan de qetlîamên AKP’ê hate şermezarkirin û berxwedana xwerêvebirinê jî silav kirin. 

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî bi telefonê tevlî bîranînê bû û bang li Kurdan û hêzen demokrasiye kir ku li dijî şerê AKP/Qesrê li ber xwe bidin. 

Çalakî piştî temaşekirina li sînevîzyonê, bi xwendina helbest û stran bi dawî bû.