BI DÎMEN

Li tîpa T a Wanê îşkenceya bi rêbaza Hîzbûllahê tê kirin

Girtiyên ku sewqî girtîgeha Tîpa T ya Wanê hatin kirin, ji ber ku lêgerîna bi rengekî tazî qebûl nekirin, ewilî li wan hat xistin, piştre bi rêbaza Hîzbûllahê îşkenceya 'girêdana beraz' li wan hat kirin.

Li girtîgeha Tîpa T a li navçeya Tûşba ya Wanê, îşkence û binpêkirina mafên mirovan di asta herî bilind de ye. Ferît Hasçelîk ê li vê girtîgehê îşkence lê hat kirin, roja Duşemê li malbata xwe geriya û têkildarî îşkenceyê agahî da malbatê.

Piştî ku malbata Hasçelîk agahî da parêzer Dede, parêzer muwekîlê xwe ziyaret kir. Parêzer Dede li ser binpêkirina mafên mirovan a li vê girtîgehê agahî da ANF'ê. Dede got, "6'ê Çileyê roja Înê, Hasçelîk tevî komek ji hevalên xwe yên girtî, ji Girtîgeha Tîpa F ya Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Wanê hat kirin. Li pêşiya girtîgehê, zexta lêgerîna bi rengekî tazî li wan hat kirin. Girtiyan dan xuyakirin ku lêgerîn bi rengekî tazî li dijî rûmeta mirovahiyê ye û ev yek qebûl nekirin. Li ser vê yekê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin. Piştî vê êrîşê girtî yek bi yek xistin odeyên biçûk bi zorê xwestin wan tazî bikin û bi vî rengî li ser wan bigerin."

ÎŞKENCEYA BI RÊBAZA HÎZBÛLLAHÊ

Dede anî ziman, muwekîlê wî xistine odeyeke biçûk, li vir îşkence lê kirine û got, "Ji ber ku lêgerîna bi tazî qebûl nake, îşkenceyê li muwekîlê min dikin. Ji ber vê şîdetê muwekîlê min ji ser hişê xwe dike." Dede li ser îşkenceya hatiye kirin jî ev agahî da: "Ji pişt ve destên wî kelepçe kirin. Her wiha lingên wî kelepçe kirin. Ew daxistin ser çokan û kelepçeyên li dest û lingan bi hev ve girê dan. Ev rêbaz di nava raya giştî de weke îşkenceya Hîzbûllahê tê naskirin ku di heman demê de bi navê 'girêdana beraz' jî tê bi nav kirin. Piştî vê girêdanê, heta ji ser hişê xwe biçe lê dan. Piştî ku hat ser hişê xwe, careke din lê dan. Muwekîlê min dema hat ser hişê xwe dît ku tazî ye. Heman rojê, heman îşkence li koma ji 30-32 kesan ên ji girtîgeha Sêrtê sewq kiribûn, hat kirin."

Parêzer Dede destnîşan kir, ku îşkenceya lêgerîna tazî û rêbazên din ên îşkenceyê nayên qebûlkirin û got, "Ev rewş serdema 12'ê Îlonê tîne bîra mirovan. Li dijî binpêkirina mafên mirovan em ê bikevin nava hewldanan. Muwekîlê min jî wê gilî bike. Em ê hem serî li dozgerê komarê hem jî Wezareta Edaletê bidin."