Li Tetwanê yek jê rojnamger 3 kes hatin girtin
Li Tetwanê di serdegirtinên malan de di nav de rojnamegerê rojnamayek herêmî Serkan Aydemîr û keyayê (muxtar) gundê Êzê Mehmet Mansur Akbay jî hene 5 kesên ku hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin.
Li Tetwanê di serdegirtinên malan de di nav de rojnamegerê rojnamayek herêmî Serkan Aydemîr û keyayê (muxtar) gundê Êzê Mehmet Mansur Akbay jî hene 5 kesên ku hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin.
Li Tetwana Bedlîsê û gundê wê Xozîrkîn û Êzê du roj berê di encama serdegirtinên malan de, di nav de rojnamegerê rojnameyek herêmî Serkan Aydemîr û keyayê gundê Êzê Mehmet Mansur jî hene 5 kes hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan ê dozgeriyê şandin dadgehê. Di encama darizandina dadgehê de keyayê gundê Xozîrkînê Akgun û Agît Tokdemîr serbest hatin berdan. Rojnameger Serkan Aydemîr, keyayê gundê Êzê Mehmet Mansur Akbay û Bişar Akdemîr bi îdîaya endamên rêxistinê ne hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê.