Li Tebqayê di şer de 10 çeteyên din hatin kuştin

Şervanên QSD'ê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li gundê Ayîd Kebîrê têk birin. Di şer de herî kêm 10 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê saet di 05:00 de bi çekên giran êrîş birin ser gundê Ayîd Kebîr, ku bi 3 kîlometreyan li başûrê bajarê Teqbayê ye. Şervanan di cih de bersiv dan êrîşê û şerekî dijwar li viri qewimî.

Li ser bersiva tund a şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), çeteyan hewl dan êrîşên bombeyî yên xwekujiyê bikin. Ev xwekujên DAIŞ'ê bêyî bigihêjin armanca xwe hatin kuştin.

Êrîş derdora saet di 09:00 de hat têkbirin. Di şer de herî kêm 10 çete hatin kuştin.

Tê gotin, li derdora gund car carna şer derdikeve.