Li Tebqayê 24 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di rizgarkirina taxên Tabqayê de ji wan 2 sekvan bi giştî 24 çete hatin kuştin

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê û bendava Firatê didome ya ku mehek li pey xwe hişt. Dorpêça li ser bajarê Tebqayê her ku diçe ji aliyê Şervanên QSD’ê ve tê tengkirin û çete derbeyên giran dixwin.

Îro piştî ku taxa Îskenderiyeyê ya rojhilat  û taxa Ayid Saxîr a rojavayê bajarê Tebqayê bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin, şervanan dest bi xebatên lêgerînê û paqijkirina herêmê ji mayinên çeteyan kirin. Di encama lêgerînan de, li taxa Îskenderiyeyê wesayîteke çeteyan a tijî cebilxane hate dîtin. Li ser îhtîmala ku wesayît bombebarkirî be şervanan wesayît teqandin û îmha kirin.

Di şerê li derdora heman taxê de jî, şervanên QSD′ê di saetên ber êvarê de 2 sekvanên çeteyan kuştin.

Li derdora taxa Ayid Sexîr a rojavayê bajarê Tebqayê jî, cih bi cih şerên demkurt rû didin. Tevî vê jî şervan 500 metre pêş ve çûne.

Her wiha piştî nîvro li ser tevgera çeteyan a di nava bajarê Tebqayê de jî, balafirên girêdayî Koalîsyona Navneteweyî 7 caran çeperên DAIŞ′ê bombebaran kirin. Di encamê de 22 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin.

Hat zanîn ku di van kêliyan de liv û tevgera çeteyan li ser bendava Firatê û derdora wê zêde bûye û çete ji tirsa ku şervan êrîş bikin, bêserûber guleyan li dora xwe direşînin.