Li taxên rojhilat ên Helebê gorên komî tên dîtin

Li taxên rojhilat ên Helebê, ku ji çeteyan hatine paqijkirin, gorên komî derdikevin holê. Tê texmînkirin, ku bi qasî 20 hezar mirovên ji aliyê komên çete ve hatine kuştin, li gorên komî ne.

Di encama operasyonên rizgarkirinê de, ku hêzên YPG/YPJ'ê di meha Mijdarê de li taxên rojhilat ên Helebê dan meşandin, gelek taxên stratejîk ji komên çete El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrad hatin paqijkirin.

Li van herêmên ji aliyê komên çete ve hatibûn dagirkirin, heta niha bi hezaran mirov bi îşkenceyê hatin kuştin. Piştî ku ev herêm ji komên çete hatin paqijkirin, bi dehan gorên komî derketin holê.

LI BOSTANPAŞA DAREZE, GORA KOMÎ YA JI 3 KESAN

Yek ji gorên komî, çend hefte beriya niha li yek ji taxên rojhilatê Helebê li herêma Bostanpaşa Dareze hat dîtin.

Hêzên YPG/YPJ'ê, li gorî agahiyên ji aliyê gelê herêmê ve hatin dayîn, dest bi kolandinê kirin. Di encamê de goreke komî derket holê, ku cesedên 3 sivîlan tê de bûn.

Herêma Dareze weke herêmeke ku bi giranî Ermenî lê dimîne, tê naskirin. Lê belê piştî ku komên çete El Nûsra, Ehrar El Şam û Tûgaya Sûltan Mûrad herêm dagir kirin, piraniya Ermeniyên li vir ya koç kirin yan jî bi zorê hatin derxistin.

Tê zanîn, ku Ermeniyên koç nekirine jî ji aliyê van komên çete ve bi îşkenceyê hatine kuştin. Li gorî agahiyên ku Ermeniyên li herêmê dan hêzên YPG/YPJ'ê, ev gora komî ya 3 cesed tê de ne, dibe ku ya Xiristiyanên Ereb bin.

Lêkolînên hêzên YPG/YPJ'ê yên li ser mijarê dewam dikin.

HERÎ KÊM 20 HEZAR KES DI GORÊN KOMÎ DE NE

Saziyên navneteweyî bi belgeyan ragihandin, ku li van gorên komî yên komên çete; DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û Tûgaya Sûltan Mûrad bi hezaran mirov hene. Li gorî saziyan, li gora herî biçûk 30, li yên mezin jî dibe ku bi hezaran mirov hatibin binaxkirin.

Li ser hejmara mirovên di gorên komî yên li Sûriyeyê de hatine binaxkirin, agahiyeke zelal nîne. Ji ber ku piraniya gorên komî li herêmên ji aliyê komên çete ve hatine dagirkirin e. Hewl tê dayîn, bi testên li ser cenazeyan, dîmenên ji aliyê DAIŞ û komên din ên çete ve hatin weşandin û dîmenên bi rêya satalaytê ve hatine kişandin, ev hejmar were zelalkirin.

Tê texmînkirin, ku komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û Tûgaya Sûltan Mûrad li Sûriye û Iraqê herî kêm 20 hezar mirov kuştine.