Li Taxa Zihûr a Hesekê pevçûnên dijwar rû didin

Li Taxa Zihûr (Hoş El-Bair) a li başûrê Hesekê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê şer bi dijwarî rû dan.

Li Taxa Zihûr (Hoş El-Bair) a li başûrê Hesekê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê şer bi dijwarî rû dan.

Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê, li Taxa Zihûr (Hoş El-Bair) a li başûrê Hesekê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê bi dijwarî rû dane. Hêzên YPG’ê di taxê de pêşve diçin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku ji taxên Neşwa ya Rojava û Rojhilat hatin derxistin hêza xwe li Taxa Zihûr a li başûrê Hesekê bi cih kirin. Hêzên YPG’ê çend roj berê ji navenda Ceyranê ya li başûrê Hesekê li dijî çeteyan operasyon dan destpêkirin û şer derket.

Îro jî hêzên YPG’ê di taxê de pêşve diçin, di navbera wan û çeteyên ku di taxê de hatine çemberikirin de şerê dijwar rû didin.