Li Talatê, di bin çavan de êşkece dikin

Mecît Gunduz ê ku li gundê Talatê hate binçavkirin û êşkencekirin û piştre hate berdan, anî ziman ku hêzên dewletê yên gotin ku me Keye Mahmût Ûzûn û Abdurrahman Ulker ‘Ne girtine’ li gel wî binçavkirine.

Hêzên dewletê yên ku piştî êrîşên li ser gundê Xerabê Bava û şûnde berê xwe dan gundê Talat ê girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, ciwanê bi navê Mecît Gudûz ê 21’ê Sibatê ku du rojan hatibû binçavkirin û êşkencekirin, hate berdan, diyar kir ku Keyeyê gund Hahmût Uzûn û Abdurrahman Ulker û gudiyê bi navê Xerbî ku piştî hatibûn binçavkirin ti agahî jê nehatibûn girtin li gel wî ji aliyê hêzên dewelê ve bi êşkencekirinê ve binçavkirine.

BÛYERÊN BI SERA HATÎ VEGOT

Gunduz bûyerên bi serî hatî wiha vegot: “Agahiya min ji qedexeyê nebû, ez û Abdurraman çûn taxa jêr, di vê navberê de leşkeran em binçavkirin. Em birin cihekî vala yê gund ku ti kes lê nebû, li wir leşkeran bi awayekî hovane êşkence li Abdurrahman, welatiyê bi navê Xerbî û keye Mahmût kirin. Li min jî xistin lê êşkenceyekî pir giran li ser wan kirin.

‘EM Ê HESABÊ WÊ BIPRISIN’

Gunduz destnîşan kir ku ji ber temenê wî yê biçûk piştî êşkenceyê ew berda, keye Ûzûn, Ulker û gundiyê bi navê Xerbî berdan. Gunduz diyar kir ku êşkenceya li wan kirin ji derveyî mirovahiyê bû û got: “Em vê hovîtiyê qet û qet ji bîr nakin, em ê hesabê vê bipirsin.”