Li Stockholmê çalakiya Cizîrê
Kurdistaniyên li paytexta Swêdê Stockholmê dijîn, bi pêşendanek li navenda bajar, dewleta Tirk û qetlîama hikûmeta AKP’ê ya li Cizîrê ku rê li mirina 60 sivîlan vekir, cara sêyemîn protesto kir.

Bêdengiya Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêdê ya li hember qetlîamên dewleta Tirk bi lazqekirina devê xwe ve şermezar kirin.
Kurdistaniyên li cadeya herî qelebalix a Drottnîngatanê devê xwe lazqe kirin, pankart û dowîzên, “Qatilê Zarokan Erdogan” û “Dagirkirina Tirk a li Kurdistanê Rawestîne” hilgirtin.
Çalakiya li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa hat lidarxistin, bi wêneyan bal kişand ser qetlîamên li hember sivîlan. Her wiha di çalakiyê de belavokên ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê hatine amadekirin û qetlîamên dewleta Tirk a li Bakur vedibêje li welatiyên di cadeyê re derbas dibûn hat belavkirin.