Li Şirnexê teqînek dijwar

Li Şirnexê dema derbasbûna wesayîta zirxî ya li ser rêya Alîgerê teqînek dijwar rû da. Piştî teqînê şerêkî dijwar destpê kir, hat ragihadin ku 4 tîmên taybet ên Tirk rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li ser rêya Alîger a dikeve navbera Taxa Yenîmahalle ya li semta Tekser a navenda Şirnexê saet 19:00’an de teqînek dijwar rû da. Hat diyarkirin ku teqîn di dema derbasbûna wesayîta zirxî de rû daye û bandora teqînê li navenda bajar hat hîskirin. Piştî teqînê li Taxa Yenîmahalle û Bahçelîevler şerên dijwar rû da. Hat ragihadin ku piştî şer 4 tîmên taybet rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Dîsa hinek ambûlans ber bir Fermandariya Tûmena Jendermeyan a 23.  ve çûn. 

Li ser gule reşandina wesayîtên zirxî yên li derdora Midûriyeta Çandê ya bajêr, YPS û YPS –Jin jî bersiv da. Semta Tekser a ku teqîn rû da de gelek camên malan ên Taxa Yenîmahalleyê şikestin û elektirîka taxê hat birîn. Li Taxê şerên dijwar hê jî didomin.

Li aliyê din di daxuyaniya TEDAŞ’ê de wiha hat gotin: “Di teqîna dijwar a li Taxa Yenîmahalle û Tekserê de, xetên bajar ziyanek mezin dîtin. Ji ber rewşa şer jî nikarin mudaxele bikin. Hinek herêm jî dibe ku bê enerjî bimînin.”