Li Şirnexê şerên dijwar: Mal û goristanan dişewitînin

Li Şirnexê ya ku êrîşên qirkirinê didomin, li Taxa Bahçelîevler ji ber bomberdûmana dijwar avahî hildiweşin, Goristana Mezin a li navenda bajêr ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate şewitandin.

Êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê di roja 72. de li Şirnexê bi şer û bomberdûmanan dewam dike. Taxa Bahçelîevler ji saetên sibehê ve bi awayekî bê navber bi obusan tê bombekirin. Ji ber avêtina obusan di gelek malan de şewat derket, hinek avahî jî hilweşiyan.

Li Taxa Yenî jî tank û penzerên ku xistine nava taxan hilweşandina malan didomînin. Baxçeyên ku li Taxa Yeniyê jî ji aliyê çeteyên Qesrê ve tên şewitandin, bi sedan mal ev 2 roj in tên şewitandin û rê nayê dayîn ku tîmên agirkujiyê biçin vemirînin.

Di navbera şervanên YPS û YPS-JIN’ê û çeteyên Qesrê de li derdora Karayollari Bakim Merkezî ya di navbera Taxên Yenî û Bahçelîevlerê de şerên dijwar diqewimin. Hêzên dewletê yên ku bi çekên giran êrîşî taxan dikin li bersivên xurt ên şervanên YPS û YPS-JIN’ê diqewimin.

Çeteyên Qesrê li Taxên Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Aydinlikevler û Gazîpaşayê gelek mal şewitandin. Dîsa Goristana Mezin a li nav sînorê Taxa Cûmhûriyetê ya li navenda bajêr ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate şewitandin.

Şewitandina goristanê hê jî didomînin.