Li Şirnexê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqîn pêk hat

Di encama teqîna li navenda Şirnexê ya dema derbasbûyina wesayîta polîsan de yek jê giran, 2 polîs birîndar bûn. Piştî teqînê, hêzên dewletê yên Taxa Bahçelîevler gulebaran kirin rastî bersivdayinên YPS û YPS-Jin hatin.

,Li Qada Cûmhûriyet a Şirnexê dema wesayîta polîsan a zirxî derbas dibû teqînek mezin pêk hat. Nehat zanîn ku bê di teqînê de windahiyên can hene an na, hat ragihandin ku yek jê giran, 2 polîs rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî teqîna mezin, li qadê cih bi cih şer rû dide.

Her wiha wesayîtên zirxî yên di têketin û derketinên Taxa Bahçelîevler hatine bicihkirin, tîmên taybet ên li saziyên dewletê yên li taxê hatine danîn, taxê ketober gulebaran dikin. Bi bersivdayina hêzên YPS û YPS-Jin, li taxê şerekî dijwar destpê kir.