Li Sirînê gelek cebilxaneya çeteyan hat bidestxistin

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê operasyona paqijkirina bajarokê Sirînê û operasyona Hesekê de daxuyaniyek weşand.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê operasyona paqijkirina bajarokê Sirînê û operasyona Hesekê de daxuyaniyek weşand. Di encama operasyonan de çeteyekî xwe hundirê malekî de veşartibû hate kuştin, 310 mayînên çeteyan hatine rakirin. Li Hesekê jî êrîşa çeteyan hate şikandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê encama operasyona paqijkirina bajarokê Sirînê û operasyona Hesekê diyar kir. Di encamê de li Sinîrê çeteyek ku xwe hundir de veşartibû, tevî bangawaziya YPG’ê ku teslîm nebû û êrîş kir hate kuştin. Dîsa mayînên ku çeteyan danîne heya niha 310 mayin hatine rakirin û êrîşa xwekujî ya çeteyan li gundê Nestel ya rojavayê Serêkaniyê hatiye bê bandorkirin.

Daxuyaniya fermî ya YPG’ê wiha ye: “Xebatên legerînê ya li bajaroka Sirîn a ku di çarçoveya Hemleya Tolhildanê Şehîdên Kobanê de roja derbasbûyî hatibû rizgarkirin berdewam dikin.

Di van xebatan de çeteyekî ku xwe di nava bajarokê de veşartibû hat tespîtkirin. Ev çete li hember banga hêzên me bi çek bersivand û di encam de ev çete ji aliyê hêzên me ve hat kuştin.

Di encama xebatên lêgerîne bajaroka Sirîn û gundên derdora vî de hêzên me dest danîn li ser doçkakî 14,5mm, doçkakî 12,5mm, 4 kleş, 1 BKC û lûlekî vî, 1 roketavêja B7, 72 bombeya desta, 69 rext, 4 çîfte, 130 şerjor, hejmarekî zêde amûrên leşkerî, lojîstîk û cebilxane ye çeteyan.

Xebatên paqijkirinê mayinên a ku ji aliyê çeteyan ve li derdora bajaroka Sirîn hatinê çandin berdewam dike. Hêzên me di vê çerçove de 310 mayinên bi dest hatine çekirin bi dest xist.

Komên çeteyan îro danê sihare ji milê gundê Serêkaniyê ya rojhilatê bajaroka Sirîn ve êrîş lidarxistin. Di navbera hêzên me û komên çeteyên ku xwe gihandibûn di navbera bajaroka Sirîn û gundê Serêkaniyê de pevçunên destpêkir berdewam dike.

LI HESEKÊ OPERASYON BERDEWAM DIKE

Operasyonên hêzên me ya li hember çeteyên ku hewl didin navenda Hesekê dagir bikin dabûn destpêkirin, berdewam dikin.

Hêzên me şevê din li başûrê navenda Hesekê, êrîş birin li ser komên çeteyan a li herêma Panorama xwe bi cih kiribûn. Di vê operasyonê de pevçunên dijwar rû dayê, lê nehatiye zelalkirin ka çend kuştî û birîndarê çeteyan çebûye.

Di van pevçunan de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihişt şehadete.

Şeva 28’ê Tîrmehê, hêzên me çetekî ku dixwast li nizikî gundê Nestel a li rojavayê Mebrûka êrîşê xwekujî li darbixe tespît kir. Di encama mûdexaleya hêzên me de ev endame çete bê ku bigihe armanca xwe hat kuştin.”