NÛ BÛ

Li Silopiyayê teqîna mezin: 3 kuştî, herî kêm 30 birîndar

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di dema derbasbûna serwîsa polîsan de teqînek mezin pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 5 jê polîs nêzî 30 kesan jî birîndar bûne.

Li gor nûçeya DIHA’yê, dema wesayîta serwîsê ya polîsan ji nêzî Sehaya Fitbolê ya Bîlen a li jorî Sefa Petrolê ku li ser Rêya Îpekê ye, derbas dibû teqînek gelekî dijwar qewimî. Bi bandora teqînê ve şibakeyên gelek malên derdor şikestin, gelek ambûlans sewqî cihê teqînê hatin kirin.

Hat gotin ku di encama teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 5 jê polîs 30 kes jî birîndar bûne. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.

Bi dijwariya teqînê ve wesayîta serwîsê bêkêr bû, hate ragihandin ku gelek polîsên tê de birîndar bûne.

Hate ragihandin ku ji qada teqînê dengê çekan tên.