Li Şêx Meqsût topbaran: 5 welatî hatin birîndarkirin

Komên çete yên Koalîsyona Sûriye û çeteyên DAIŞ’ê û ENKS’jî dinav de êrîşên xwe yên li ser Şêx Meqsûd didomînin. Di êrîşan de 5 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Komên çete yên Koalîsyona Sûriye û çeteyên DAIŞ’ê û ENKS’jî dinav de êrîşên xwe yên li ser Şêx Meqsûd didomînin. Di êrîşan de 5 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Komên çete yên Koalîsyona Sûriye û çeteyên DAIŞ’ê û ENKS’jî dinav topbaranê bênavber li ser Taxa Şêx Meqsûdê didomîne. Ji aliyê Seken El-Şebabî, Seken El-Şeqîf û Benî El-Zeyd avahiyên sivîl li taxê bi topên cehennem û çekên giran tên gulereşandin. Di encama wan êrîşan de 5 welatiyên Taxa Şêx Meqsûd bi giranî birîndar bûn.

Navê sivîlên birîndar wina ne: Imran Hemşo (15), Nadîre Berekat (42), Fatime Şihade (17), Ehmed Hac Elî (4) û Kewle Hisên (62).