Li Sêrtê di 50 sindoqî de dek û dolab hatin tespîtkirin

Hate tespîtkirin ku li navenda Sêrtê û navçe, gundan li sindoqan dek û dolab hatine gerandin. HDP’ê tespît kir, di 50 sindoqî de dengên blok hatine bikaranîn û wê gilî bike.

Li navend, navçe û gundên Sêrtê, diyar bû ku AKP’ê li ser sindoqan bi dek û dolab û gef û şantajan li 50 sindoqî dengên blok bi kar aniye. Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê wê gilî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr bike.

Hevserokê Bajêr ê HDP’ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn diyar kir ku wan tespît kirine li 50 sindoqî deng bi rengekî blok hatin bikaranîn û got:

"Li Tirkiyê bi taybetî jî li Kurdistanê di gelek sindoqan de dengê bêmohr hatin qebûlkirin. Me dizanîbû ku wê 'NA' derkeve. Lê ji bo ku me desthilatdariya AKP’ê nas dikir me texmîn dikir ku wê dest li sindoqan bide. Lê dîsa jî em malavahiyê li gelê xwe û gelên Tirkiyê dikin ku di şertên Rewşa Awarte de jî xwedî li vîna xwe derketin. Me hilbijartin di şertên ne demokratîk û ne wekhev de pêk anîn. Lê di hêla hiqûqî de em ê hemû heqê xwe bi kar bînin."