Li Sêrt û Amedê ji bo meşa Gemlîkê bangawazî

Li Sêrt û Amedê ji bo meşa 1’ê Tebaxê ya ber bi Gemlîkê ve banga tevlîbûnê hat kirin.

Li Sêrt û Amedê ji bo meşa 1’ê Tebaxê ya ber bi Gemlîkê ve banga tevlîbûnê hat kirin

Şaxa TUHAD-DER a Sêrtê, têkildarî meşa 1’ê Tebaxê ya Gemlîkê li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Serokê TUHAD-DER a Sêrtê Abdulhekîm Ekîncî, diyar kir ku AKP’ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk çû li hember Ocalan tecrîd pêk aniye û got: “Em bang li tevayî gelê me dikin. Ji bo aştî bê welatê me. Em destekê bidin meşê. Werin em azadiya Rêber Apo pêk bînın.”

Rêxistina  DBP’ê ya Pîran, Rêxistina DBP û HDP’ê ya Bismil, Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Licê û Erxenî jî bi daxuyaniyên çapemeniyê ji bo tevlîbûna meşa 1’ê Tebaxê ya Gemlîkê bangawazî kirin.