Li Şemzînanê bomberdûman

Li Şemzînanê, piştî çalakiya li hemberî baregeha Qereqola Bêsosinê artêşa Tirk dest bi operasyonê kir. Bomberdûmana li herêmê tê kirin, dewam dike.

Operasyona bi desteka hewayî ya piştî çalakiya li hemberî baregeha Qereqola Bêsosinê hat destpêkirin, dewam dike. Gerîlayên HPG û YJA Starê danê êvarê li hemberî kûleyên çavdêriyê yên li herêma Xapûştê û Serê Silo çalakiyek pêk anîn û di encamê de gelek leşker mirin û birîndar bûn. Piştî çalakiyê ji Tabûra Sînor a Ûmûrlû û Qereqola Bêsosinê top û obus hatin avêtin.

Ji danê sibehê ve helîkopterên bi tîpa Kobra guleyan li bejahiya Garê, qadên Gorbadina, Warêzeyneli, Çiyayê Panê, Warê Kaniyê û Mêrgesawê dibarînin. Balafirên şer jî bi şev herêm bombe kirin.

Li aliyê din, helîkopteran yekîneyên taybet danîn qadên Çiyayê Masîro û Gordina. Li herêmê operasyon û tevgera hewayî dewam dike.