Li Şemzînanê bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê girekî li herêma Rûbarokê, ku leşkerên Tirk lê bûn, bi dest xistin. Di şerê li vir de bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin û gelek çek ji ser wan hatin rakirin.

Li ser girê Ronahî yê li herêma Rûbarok a navçeya Colemêrg Şemzînanê şerekî dijwar qewimî.

Di encama vî şerî de hêzên gerîla, girê ku leşkerên artêşa Tirk lê bûn, ji destê artêşê derxistin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, gerîla li vê derê çûne ser bi dehan cenazeyan û gelek çek û cebilxane bi dest xistine.

Tê payîn Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, agahiyên berfireh ên li vî şerî di nava rojê de eşkere bike.