Li Şemzînan û Dêrikê 23 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê diyar kir, di çalakiyên bi ser wesayita zirxî ya bi tîpa Ejder a li gundê Kozberî ya Dêrika Mêrdînê û ya bi ser konvoya leşkerî ya Şemzînana Colmerê 23 leşker hatine kuştin, 8 ji van jî POH’î ne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê diyar kir, 28’ê Tîrmehê bi ser konvaya leşkerî de, li sînorê Şemzînanê dema ku ji Qereqola Mamreş ber bi Qereqola Rûbarokê diçû, çalakî hatiye lidarxistin.

HPG’ê wiha diyar kir: ‘’28’ê Tîrmehê saet 14.20’an li ser sînorê Şemzînanê, dema ku konvaya leşkerî ji Qereqola Mamreşê ber bi Rûbarokê ve diçû, gerîlayên me êrîş birine ser. Wesayîta 1 Teo ku tê de 15 leşker hebûn bi çalakiya sabotojê hatiye tertûbelavkirin, hêzên me ji du baskan bi çekên giran êrîş birine ser qereqola Mamreşê. Li qereqola ku ji gelek rokêtavêjan re bû hedef gelek leşker hatin kuştin.

Di çalakiyê de bi diyarî 15 leşker hatine kuştin, lê çapemeniya şerê taybet a TC’ê kuştiyan vedişêre. Ev bi temamî derew e û bi mebesta bincilkirina rastiyan e. Ev çalakiya ku bi serkeftî pêk hatiye, bi mebesta bîranîna hevreyên me ne ku li kaşê Şehîd Gafur şehîd ketibûn.

ARTÊŞA TIRK QADA ŞEHÎD RAHÎMA BI OBÊS Û HEWANAN BOMBE KIRIN

28’ê Tîrmehê saet 13.00 û 17.00’an artêşa TC’ê ji qereqola Oremarê ya girêdayî Gevera Colamergê, qadên Şehîd Rahîma bi obês û hewanan bombe kir.

LI QADÊN GERÎLA BALAFIRÊN KEŞFÊ

28’ê Tîrmehê ji 15.10’an hya bi 21.00’an balafirên bê mirov li Qadên Medya ên Parastinê, li ser herêma Avaşînê keşf kirine, îro serê sibehê balafireke dî ya keşfê li ser qadê diçe û tê.

LI MÊRDÎNÊ 8 POH’Î HATINE KUŞTIN

25’ê Tîrmehê nîvro, li nêzî gundê Kozberî yê Dêrika Mêrdînê hêzên me bi ser wesayiteke tîpa Ejder de çalakiyeke sabotajê li dar xistin û di encamê de li gorî agahiyên dawî 8 POH hatin kuştin.

BI SER STESYONA BAZÊ DE ÇALAKIYA SABOTAJÊ

28’ê Tîrmehê saet 23.00’an bi ser stesyona bazê ya Turkcellê ya li nêzî gundê Kîwexê ya Sêrtê û xeta internetê de çalakiyeke sabotajê hatiye li dar xistin û stesyona bazê bi temamî hatiye têkbirin.

ARTÊŞA TIRK LI BETLÎSÊ KEMÎNAN VEDIDE

28’ê Tîrmehê li qada Şehîd Mizgîn a Betlîsê artêşa TC’ê operasyonek li dar xistiye û li hawîrdorê kemîn vedane. 29’ê Tîrmehê saet 00.30’an piştî ku ji hêla hêzên me ve hatiye dîtin ku kemîn têne vedan şerekî dem kurt di navbera yekîneya me ya gerîla û leşkeran de çêbûye. Li vir jî hijmara leşkerên mirî û birîndar bi temamî zelal nebûye.

LI DERIYÊ BERROJA Û DERIYÊ MEYDANÊ OPERASYON

27’ê Tîrmehê saet 06.00’an artêşa TC’ê li mintiqeey Deriyê Berroja û Deriyê Meydanê ya Bestaya Şirnexê operasyon daye destpêkirin û operasyon hê jî berdewam dike.”