Li Schwerînê şeva ji bo Kobanê

Li bajarê Elmanya Schwerînê, ji bo piştgiriya Kobanê şevek hat lidarxistin.

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Schwerînê dijîn, tevî International Coordination of Revolutionory Parties (ICOR) û Partiya Marksîst Lenînîst a Elman (MLPD) şeva piştgiriyê ji bo Kobanê lidar xist.

Şev bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û şehîdên Kobanê destpê kir. Di şevê de li ser xebatên saziyên çep ên Elman ên ji bo destekkirina Kobanê sînevîzyon hat nîşandan.

Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê zerareke mezin dane Rojava û hat destnîşankirin ku bi alîkarî û desteka navneteweyî Rojava û Kobanê ji nû ve dikarin bên avakirin. Lewma banga piştgiriyê hat kirin.

Di şevê de salvegera damezrandina PKK'ê hat silavkirin. Şev bi stranan bi dawî bû.