Li rojhilat û rojavayê Tebqayê şer diqewimin
Ligel pêşveçûna şervanên Pêngava Xezeba Firatê ya didome, li rojhilat û rojavayê Tebqayê şer qewimî.
Ligel pêşveçûna şervanên Pêngava Xezeba Firatê ya didome, li rojhilat û rojavayê Tebqayê şer qewimî.
Di şer de heta niha 7 çete hatine kuştin, pêşveçûna şervanan didome.
Operasyona rizgarkirina navenda Tebqa û Bendava Firatê didome.
Ji serê sibehê ve li rojavayê bajêr di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ de şerê kolanan rû dide. Di şer de herî kêm 7 çete hatin kuştin. Tevî şer jî hêzên QSD’ê li milê rojava 1 kîlometre pêş ve çûn. Her wiha di şer de Doçkayek 12.5 mm, 5 kalaşnikof, yek M-16 û hinek amûrên teknîkî jî ketin destê şervanan.
Di seet 22.30’de şer li taxên rojhilat û rojavayê bajarê Tebqa ji nû ve destpê kirin. di derbarê pevçûnan de heta niha agahiyên zelal nehatine bidestxistin.