Li Rojava li dijî dagirkeriyê çalakî berbelav dibin

Bi hezarên kesên ku li Dirbêsiyê, Til Temir û Zirgana dijîn bi mebesta şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk derketin qadan.

Li Dirbêsiyê, Til Temir û Zirgana bi hezaran kes, ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk a li başûrê Cerablûsê derketin qadan, dagirkerî û komkujî şermezar kirin.

Gel bi dirûşma, "Dewleta Tirk a dagirker bila ji xaka Rojava û Sûriyê derbikeve" heya bi navenda bajêr meşiya. Li vir, li ser navê gel mamoste Nojîn Sîdo daxuyaniyek da. Sîdo komkujiya dewleta Tirk a li başûrê Cerablûsê şermezar kir û her wiha civaka navnetewî ya ku li hemberî dagirkerî û komkujiya dewleta Tirk bêdeng dimîne jî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hedefa dagirkeriyê û komkujiyê  li dijî pergala federalîzma demokratîk e.

Ji rêveberiya Kongra Starê Bedîa Erebo û endamê TEV-DEM a Til Temir Azad Yûsiv diyar kirin li dijî dagirkeriya Tirk ew li pişt Cerablûsê ne.

Hemed Himêdî yê ku di çalakiyê de axivî, got, destwerdana Tirkiyê ya li herêmê dagirkerî ye.

Wehîda Elî jî got li hemberî dagirkeriyê ew ê bikevin rewşa xweparastinê.

Di dawiya çalakiyê de berxwedana Cerablûs û Minbicê ya li hemberî dagirkeriyê hate slavkirin.