BI DÎMEN

Li Rimêlanê civîn didome: Siberoja wê ya gelên Sûriyeyê be!

Li Rimêlanê civîna ku tê de kêşeyên gelên Sûriyê û siberoja wê tê nîqaşkirin berdewam dike. Delegeyan gotin, ‘’Em ji bo Sûriyeyeke nû û demokratîk dixebitin.’’

Komxebata Nîqaş û Diyaloga Sûriyeya Demokratîk bi tevlêbûna delegeyên ji sê kantonan, Minbiç û Cerablûsê û mêvanên ji Lazkiye, Hama, Şamê hatin berdewam dike.

Ji beşên cihê yên civakê û delegeyên kut evlî platformê bûyin ji ANF’ê re axivîn…

ŞEHMÛZ: DEMA NETEW-DEWLETIYÊ QEDIYA

 

Seroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê Remzî Şehmûz: ‘’Êdî serdema netew-dewletiyê qediyaye. Heta niha hemû hewldanên çareseriyê li gorî berjwendiyên dewletên derve hatin kirin lê em dixwazin çareseriyeke li gorî berjwendiya gelên Sûriyê pêk bînin. Hin kes dibêjin çareseriya me ya federalîzmê bi mebesta parçekirina Sûriyê ye lê di rastiyê de niha Sûriye yek parçe ye? Mîna Efrîn hatiye dorpêçkirin, em nikarin ji Efrînê biçine Idlîbê, ew nikarin werin û kes nikare biçe Reqayê. A rast a niha Sûriye jixwe ne yek parçe ye. Lê di vê komxebatê de em nîqaş dikin bê ka yekparebûna Sûriyê wê çawa were parastin.’’

GOURIYE: DI KOMXEBATÊ DE TEMSÎLA HEMÛ GELAN HEYE

Endama Komîteya Birêxistinê ya Meclîsa Damezirîner a Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyê û yek ji giregira  Cimeta Sûryanî ya Sûriyê Elîzabet Gouriye got, ‘’Roja pêşî li ser netew-dewletiyê semîner hatin dayin. Me li fikrên xwe yên li ser vê mijarê guhdarî kir û nas kir. Li ser kêşeyan em sekinînin. Di semînerê de behsa wê hate kirin ku ji ber hişmendiya netew-dewletiyê dîrokê çi komkujî pêk hatine. Ev komxebat wê bi semîneran binirxîne bê ka çareseriya demokratîk a ku hemû gelan di nav xwe de bihewîne wê çawa pêk were. Jixwe ev komxebat temsîla hemû gelan dike. Ez ji gelê Sûriyanî me û xaka me ji dema Osmaniyan ve ji hêla netew-dewletan ve hatiye dagirkirin. Netew-dewletan ziyan daye gelê Sûryanî jî, Kurdan jî û Ereban jî. Şerê li Sûriyê pir ziyan gihande gelan. Ên ku ji bo berjwendiyên xwe ji derve mudaxeleyî Sûriyê kirin pir êşa dana gelên Sûriyê. Federalîzma demokratîk projeya me ye ku wê krîza Sûriyê çareser bike û çareseriya demokratîk pêk bîne.’’

HASAN: FEDERALÎZMA DEMOKRATÎK WÊ ÇARESERIYÊ BÎNE

 

Cihgira Seroka Konseya Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hasan: ‘’Projeya me ya federalîzma demokratîk pir girîng e. Wê krîza Sûriyê çareser bike. Em dixwazin vê projeya xwe bi hemû gelên Sûriyê û dinyayê bidin nasîn. Em weke gelê Kurd naxwazin Sûriye parçe bibe. Em dixwazin bi hemû gelên Sûriyê re bi biratî û azadfî bi hev re bijîn.’’

XELÎL: PÊŞÎ JIN WÊ AZAD BIBE

Rêvebera Saziya Sara, ku ev sazî li dijî tundiya li ser jinê ava bûyî, Nûra Xelîl jî got, ‘’Jinan têkildarî parastina xak û gel semînerên girîng dan. Nexasim semînerên jinan pir girîng bûn. Em jî dizanin heta ku jin azad nebe civak azad nabe. Em pê bawer in ku Sûriye wê rojên xweş bijî.’’

MUHAMMED: EM Ê ROJÊN XWEŞ LI SÛRIYÊ BIDIN JIYÎN

Endama Yekîtiya Partiya Kurd a Sûriyê Xebat Muhamamed: ‘’Em bawer dikin ku em ê rojên xweş û pêşketî bidin jiyin. Giringiya herî mezin a vê komxebata me ew e ku em gelên Sûriyê hev nas dikin. Ji ramanên vir derdikeve holê ku li Sûriyeya ku em dixwazin pêk bînin wê hurmet ji hemû gel, civak û ramanan re were nîşandan.’’

NEBÎ: EM Ê JIYANEKE DEMOKRATÎK AVA BIKIN

Mahmût Nebî yê ji Cerablûsê: ‘’Em îro Kurd, Tirk, Ereb, Sûryanî li Rimêlanê bi hev re rûniştine û geşedanên Sûriyê, siberojê nîqaş dikin. Ez bawer dikim ku em ê siberojê jiyaneke demokratîk bi hev re ava bikin. Ev ê jî bi federalîzmê be. Em li ser federalîzmê nîqaş dikin.  Ez weke parêzerekî federalîzmê weke parçebûnê nabînim. Ev modêl li dinyayê heye. Mîna Emrrîka ji 50 eyaletan pêk tê.’’

ALLUŞ: EM BI ŞEHÎDAN LI VIR IN

Siyasetmedarê Komunîst Hesem Alluş ku 19 salan di zindanê de mayî: ‘’Em bi şehîdên şoreşê bêtirs dijîn û dîsa bi wan tevlî vê komxebatê bûn. Ji bo siberoja Sûriyê divê em bi awayekî rast bi hev re bixebitin. Divê em yekîtiya gelên Sûriyê biparêzin.’’

RAMADAN: JI BO YEKÎTIYA DEMOKRATÎK

 

Abdulhamîd Ramadan, ji Meclîsa Gel a Minbicê: ‘’Piştî Minbic azad bû bi mehek û nîvê em hatin vir û tevlî vê civînê bûn. Ji berk u em dixwazin kêşeya Sûriyê û çareseriya wê fêhm bikin. Hemû gelên Sûriyê ji bo kêşeyên Sûrî çareser bibin û ji bo yekîtiya demokratîk a gelan fikrên xwe dibêjin.’’