Li Qoserê komkujiyên li hember jinan hatin şermezarkirin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê meclîsa jinan, ji bo jina ciwan a li Qoserê daliqandî hat dîtin û qetilkirinên li hember jinan ên di demên dawî de, li Qada Azadiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê meclîsa jinan, ji bo jina ciwan a li Qoserê daliqandî hat dîtin û qetilkirinên li hember jinan ên di demên dawî de li Qada Azadiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Di meşa Qada Azadiyê de, Kongreya Jinên Azad (KJA), hevserokên HDP, DBP ên navçeyê, endamên meclîsê, însiyatîfa dayikên aştiyê û gelek welatî amade bûn. Di meşê de dowîzên, “Jin, jiyan, azadî”, “Parastina tecawizkaran hevkariya ji tecawizê re ye”, “Edalet em in em ê bêdeng nebin, em ê cinayetên jinan rawestînın” hilgirtin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a KJA Qoser Selma Işik daxuyanî da.

Daxuyaniya çapemeniyê bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.

...