Li Qoserê ji bo Rojava kampanya alîkariyê

Li Qoserê, Komîsyona Alîkariya ji bo Rojava bang kir ku fitre û zekat ji Rojava re werin şandin.

Li Qoserê, Komîsyona Alîkariya ji bo Rojava bang kir ku fitre û zekat ji Rojava re werin şandin.

Li navçeya Mêrdîn Qoserê, bi pêşengiya Komîsyona Alîkariya ji bo Rojava, ji bo fitre û zekat ji Rojava re werin şandin, xebatê destpê kir. Bang li gel hat kirin ku di tevahiya meha Remezanê de fitre û zekat radestî xeraja şaredariya Qoserê û Egîtîm Senê bê kirin.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Lokman Yaşar li ser navê komîsyonê li avahiya DBP'ê ya navçeyê daxuyaniyek da û got, "Li Rojavayê Kurdistanê çeteyên DAIŞ'ê yên hov komkujî û qirkirinê dkin, nexweşxaneyan bombebaran dikin, mirovên me qetil dikin. Em Qoserê û Rojava yek dibînin. Em ê alîkariya xwe ya heta roja îro dewam bikin. Pêwîstiya lezgîn a gelê me yê li Rojava bi xurekê heye. Em li bendê ne ku gelê me beşdarî vê kampanyayê bibe."