BI DÎMEN

Li Qoserê gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin

Hêzên dewleta Tirk li navçeya Qoserê êrîşî mîtînga bi dirûşmeya "Li dijî darbeyê hevdîtina gel a demokratîk" kirin. Di êrîşê de gelek birîndar bûn, zêdetirî sed kesî jî hatin binçavkirin.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê hêzên dewleta Tirk bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî mîtînga bi dirûşmeya "Li dijî darbeyê hevdîtina gel a demokratîk"  a ku HDP û DBP’ê li hewşa Şaredariya Qoserê organîze kiribûn, kir. Bi hezaran kesên tevlî mîtîngê bûn, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Îradeya Gel Nikare Bê Xespkirin”, “Bijî Berxwedana YPS’ê”, “Bijî Berxwedana Nisêbînê” berz kirin, alên HDP’ê rakirin.

Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, wekîlên HDP’ê, hevşaredarên DBP’ê, hevserokên HDP û DBP’ê amade bûn.

DERIYÊ ŞAREDARIYÊ ŞKANDIN, ŞAHÎ KIRIN!

Yuksekdag bi awayekî bi coş ji aliyê gel hate pêşwazîkirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin jî ji wesayîtên zirxî bi bombeyên gazê, deng û ava şid êrîşî qada mîtîngê kirin. Di êrîşa polîsan de ji ber bombeyên gazê gelek kes birîndar bûn. Hin kesên birîndarbûyî bi alîkariya çalakavan xwe gihandin nexweşxaneyan. Polîsan bi awayekî zêde bombeyên gazê li avahiya şaredariyê barandin, deriyê ketinê yê şaredariyê jî şkandin. Polîsên ku gelek kesên xwe avêtin avahiya şaredariyê bi derbkirinê binçav kirin, di dema vê êrîşa xwe de bi çepik, fîtik û nîşanên xwe yên dest ve kêfxweşiya xwe ya rewşê anîn ziman.

HEQARET Û XEBER

Polîsan piştî êrîşa qada mîtîngê, berê xwe kesên nav kolanan jî, her kesên ku li sikakan girtin danîn erdê, bi jopan bi deqeyan lê dan. Polîsan her wiha li derdora xwe jî kê dîtin jê re heqaret û xeber dan, ketober bombeyên gazê avêtin nav sikakan.

Gelek birîndarên ku di avahiya şaredariyê asê man, ji ber êrîşa polîsan jî demek dirêj nikarîbûn bihatana derxistin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî avahiya şaredariyê kir, hundirê avahiyê tijî gaz kir û her wiha kesên ku hewl dan ji avahiyê derkevin jî bi derbkirinê binçav kirin.

Êrîşa polîsan a ku gelek kes birîndar kirin û bi dehan kes binçav kirin, didome.