Li Qilabanê derbên xurt li leşkeran hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku di çalakiya 21’ê Nîsanê li Qilabanê li dijî leşkerên artêşa Tirk lidar xistibûn de, 7 leşker hatine kuştin, 8 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiya 21’ê Nîsanê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê ya li dijî leşkerên artêşa Tirk lidar xistibûn daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“21’ê Nîsanê saet di 09:30’an de li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girê Kurê Omer ê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hêzên me bi çekên ferdî û bombeyan bi awayekî pir xurt li leşkeran xistine. Di encama lêxistina xurt de, yekîneyên me li dijî leşkerên ku belavî derdorî bibûn çalakiyekî sabotajê lidar xist. Di vê çalakiyê de bi giştî 7 leşker hatin kuştin, 8 jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC deverên Derarê û Zendûra bi obûs û hewanan bomberdûman kirin.”