Li Nisêbînê tax hatin gulebarandin

Li Nisêbînê ku berxwedan bi mehan e didome, danê êvarî wesayîtên zirxî yên Kobra Taxa Abdulkadîrpaşa bi çekan girtin bin guleyan.

Li Nisêbînê ku berxwedan bi mehan e didome, danê êvarî wesayîtên zirxî yên Kobra Taxa Abdulkadîrpaşa bi çekan girtin bin guleyan.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Efkan Ala talîmata êrîşê da û li hember êrîşan jî berxwedan didome, hêzên dewletê danê êvarî tax girt bin gulebaranê. Wesayîtên zirxî yên li derdora nexweşxaneya kevn hatine bicihkirin, Taxa Abdûlkadîrpaşa dan ber guleyan. Li taxa ku gulebaran pêk hat, gel bi dirûşmeya, “Bijî Berxwedana Nisêbînê” bû bersiv.

Cihê kirine navenda êrîşan, li Taxa Dîcle jî piştî gulebaran du teqînên li ser hev pêk hatin. Têkîldarî encamên têqînan ti agahî nehatin bidestxistin.