Li Nisêbînê sewqiyata wesayîtên zirxî

Li Nisêbînê beriya qedexeya kolanan taxên qedexekirî hatin dorpêçkirin, hate diyarkirin ku ji Qoser û Cizîrê wesayîtên zirxî hatin sewqkirin.

Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê beriya qedexeya kolanan a li 4 taxan ji saet 21.00’an û pê ve hatiye îlankirin destpê bike, 4 taxên ku berxwedan lê heye hate dorpêçkirin.

Wesayîtên zirxî yên Kobra li ser Cadeya Çagçag sekna xwe didomînin, serê cadeyê jî bi TOMA û wesayîtên zirxî hatin girtin. Li navçeya ku hatiye dorpêçkirin, li serê kolanên derdikevin Rêya Îpekê, Qada Newrozê û nexweşxaneya berê ya dewletê wesayîtên zirxî hatin bicihkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku ji Qoser û Cizîrê sewqiyata wesayîtên zirxî hatin kirin.

Qedexeya kolanan a li Nisêbînê 13 rojan berdewam kir, 3 roj berê hatibû rakirin. Di nav 13 rojan hêzên dewletê 9 sivîl qetil kirin. Cenazeyên kesên ku hatin qetilkirin hê nû hatibûn oxirkirin, qedexeyek nû ya kolanan kirin meriyetê.