BI DÎMEN

Li Nisêbînê hovîtî: Dewletê dest danî ser cenazeyan

Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok da xuyakirin, ku cenazeyên çar sivîlên di dema qedexeya derketina derve hatin qetilkirin, ji aliyê hêzên dewletê ve hatine desteserkirin û radestî malbatan nehatine kirin.

Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok da xuyakirin, ku cenazeyên çar sivîlên di dema qedexeya derketina derve hatin qetilkirin, ji aliyê hêzên dewletê ve hatine desteserkirin û radestî malbatan nehatine kirin. Kok banga "Dawî li vê rewşa li dijî mirovahiyê bînin" kir.

Kok anî ziman ku cenazeyên Mûsûr Aslan, Hasan Dal, Şerîf Alpar û Nûrhan Kaplan ên di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, radestî malbatan nehatine kirin û cenaze nehatin veşartin. Kok diyar kir ku ev pêkanîna li dijî mirovahiyê ji aliyê ekîbên taybet ên ser bi qesrê ve tê kirin.

Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok ji ANF'ê re peyivî û xwest cenaze tavilê radestî malbatan bên kirin.

'HER ÇAR CENAZE LI MORGÊ TÊN RAGIRTIN'

Kok da xuyakirin ku her çar cenaze niha li morgê tên ragirtin û got, "Ev cenaze yên Mûsûr Aslan, Hasan Dal, Şerîf Alpar û Nûrhan Kaplan ên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin e. Sê ji cenazeyan li morgên Mêrdînê, yek jî li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tên ragirtin."

'TRAJEDIYÊ TÎNIN SERÊ GEL'

Kok ragihand ku bi vê yekê re malbatên dixwazin cenazeyên xwe veşêrin êşeke gelekî mezin didin kişandin û da zanîn, ku malbatên ji bajarên din ji bo cenazeyan hatine jî, nikarin xwe bigihînin nava Nisêbînê. Kok got, "Hem bêhiqûqiya heyî hem jî ev pêkanîna li dijî mirovahiyê, rewş gelekî trajîk kiriye. Êdî bi rastî jî mirov nema dikarin îdare bikin. Mirovên me tên qetilkirin û qîma xwe bi vê jî nînin radibin nahêlin em cenazeyên xwe veşêrin."

Kok da zanîn ku cenaze herî kêm heft roj in li wir tên ragirtin û got, "Gelo wê vê rewşê li gorî kîjan hiqûqê mafdar nîşan bidin?" Kok diyar kir ku êşa malbatan, ji ber ku cenaze nehatine veşartin girantir bûye û ji bo veşartina cenaze xwest, tavilê hewldan bên kirin. Kok anî ziman ku malbat êdî îsyanê dikin û nema dikarin xwe li vê rewşê rabigirin."

'EM MÛXATABAN NABÎNIN'

Kok da xuyakirin ku ji bo definkirina cenazeyan ew dikin nakin mûxatab nabînin û got, "Ev 12 roj in li Nisêbînê nirxên mirovahiyê bi her awayî tên binpêkirin. Yên ku êrîş dikin, qetil dikin û van pêkanînên li dijî mirovahiyê dikin, li naverastê nînin. Yekane kesê ku em xwe digihînin qeymeqam e, lê di destê wî de jî ti erk nîne. Ew bi xwe jî mukur tê; ti erk û bandora qeymeqam li vir nîne."

'EKÎBÊN TAYBET ÊN QESRÊ, CENAZEYAN NADIN'

Kok destnîşan kir ku erka êrîşên li Nisêbînê tên kirin, walî û qeymeqam derbas dike û anî ziman ku ev êrîş ji aliyê ekîbeke taybet a ji Enqereyê hatî ve tê kirin, ji aliyê qesrê ve tê birêvebirin.