Li Nisêbînê gel têl rakirin

Têlên ku li derdora Taxa Kanîka ya ku qedexeya li Nisêbînê dewam dike hatin rakirin.

Li navçeya Nisebînê ya Mêrdînê qedexeya li ser 6 taxan berdewam dike. Her çend zêdeyî 5 mehan e şer bi dawî bûye jî hê qedexe û dorpêça li ser 6 taxan berdewam dike.

Qedexeyên li Taxên Kanîka, Elîka, Şehît Gelhat û Koçera berdewam dike û destûr nadin welatî biçin tax û kolanên xwe.

Îro têlên kolana Sûkê ya Taxa Kanîka rakirin, lê qedexa li ser taxê ranekirin. Malbatê ku xwestin bikevin taxê polîsan destûr neda û êrîşî gel kirin. Malbat û gel li hemberî hemû astengiyên polîsan li bendê ne ku, têl bên rakirin û bikevin taxê.